Parêzer bi jinên girtî re hevdîtin kir: Hê jî şopên îşkence li ser laşê wan hebûn 2023-09-09 13:51:41 AGÎRÎ - Parêzer Bayram Çîçek ku bi jinên girtî yên hatibûn îşkencekirin re hevdîtin pêk anî û got: “Piştî îşkenceyê hefteyek şûn ve em çûn hevdîtinê lê belê hê jî şopa birînan li ser wan hebûn.”  Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer jinên girtî yên siyasî ne û li Girtîgeha Panosa Agiriyê ya Tîpa L’yê tên ragirtin. Hat zanîn ku di 31’ê tebaxê de gardiyanên mêr çûne jimartinê. Van jinên girtî yên navborî îtîrazî vê jimartinê kirin e û diyar kirin e ku gardiyanên mêr nikarin jimartinê û lêgerînê li odeyên jinan bikin. Piştî bûyerê bi rojekî jinan xwest bi dozgeriyê re hevdîtin bikin lê daxwaza wan hat redkirin. Jinên girtî ji bo sepanên li ser xwe protesto bikin, li deriyên qawîşên dan û çalakî kirin. Nêzî 40 gardiyên mêr avêtin ser qawîşê û nêzî 40 deqîqeyan îşkence li girtiyan kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestixistin, jinên girtî 4 saetan bi “bene berazan” hatine girêdan û li odeya sekinandinê hatine rawestandin.    Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê parêzer Bayram Çîçek bi her sê jinên girtî re hevdîtin pêk anî. Çîçek got tevî ku hefteyek bi ser îşkenceyê re derbas bûye jî lê hê jî şopên îşkenceyê li ser laşê girtiyan hebû.    ‘ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ HÊ JÎ LI SER LAŞÊ WAN IN’    Çîçek anî ziman ku ew hefteyek piştî îşkenceyê çûye girtîgehê û wiha axivî: “Li gel hefteyek şûnve jî em çûn hevdîtinê jî hê jî şopên îşkenceyê li ser dest û milên wan hebûn. Hê jî şûna birînan baş nebûbû. Lêdan ango îşkence li ser nîqaşa ku jin dibêjin gardiyanên mêr nikarin jimartina me bikin dest pê dike. Gardiyan êrişî jinan dikin û li wan didin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê Nejla Demîr û Heval Bozdag berê serdana girtiyan dikin. Girtî jî tiştên li hepsê diqewimin vedibêjin. Di kêliya ku gardiyan îşkenceyê li girtiyan dikin dibêjin, ‘Ew hûn in ku pirsgirêkan ji derve re ragihînin û ji parlamenteran re vedibêjin’ û êriş dikin. Jixwe midûrê girtîgehê jî viya dibêje.”    ‘DIXWAZIN ÎRADEYA GIRTIYAN BIŞIKÎNIN’    Çîçek diyar kir ku rêveberiya girtîgehê dixwaze bi îşkenceyê îradeya girtiyan bişikîne û got: “Rêveberiya girtîgehê nûnerên beşa jinan û beşa mêran qebûl nake. Rêveberî dixwaze rewşa rêxistinkirî ya li hepsê ji holê rake û naxwaze girtî bi hev re tevbigerin. Rapora îşkenceyê jî nedane wan. Nikaribûne giliyê îşkenceyê bikin. Wê girtî giliyê vê îşkenceyê bikin lê em ê jî wek OHD’a Wanê û Baroya Wanê giliyê vê îşkenceyê bikin.”