Ji bo girtiyê nexweş ku li benda neqla gurcikê ye banga berdanê 2023-09-09 14:53:06   STENBOL - ÎHD’a Stenbolê ji bo girtiyê nexweş Firat Nebîoglû yê ku li benda neqla gurcikê ye bê tedawîkirin, banga berdanê kir.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 598’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya komeleyê pêk hat. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Nebîoglû (26) ku ji sedî 92 astengdar e, li benda neqla gurcikê ye û niha li Girtîgeha Amedê ya Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind tê ragirtin. Di çalakiyê de dirûşm hatin berzkirin.    GIRTIYÊN NEXWEŞ LI BER MIRINÊ NE   Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn daxuyanî da û diyar kir ku li gorî rapora komeleya wan a sala 2022’yan li girtîgehan di warê tenduristiyê de 2 hezar û 439 binpêkirin qewimîne. Bekîn anî ziman ku li girtîgehan gelek girtî tevî ku bi ser ji sedî 90 re astengdar in û li ber mirinê ne jî nayên berdan û xwest dawî li polîtîkaya cihêkariya li ser girtiyan were anîn.    BANGA BERDANÊ   Bekîn da zanîn ku Firat Nebîoglû bi nexweşiya gurcikê ango girêdayî diyalîzê re rû bi rû ye û nabîne û deng naçê û ji ber felcê lê xistiye ji sedî 92 astengda e. Bekîn anî ziman ku Nebîoglû ji bo neqla gurcikê sê çar caran serlêdan kiriye jî lê ev serlêdan bêencam man e û tevî ku rewşa Nebîoglû giran e jî lê dîsa jî Saziya Tiba Edlî rapora “dikare di hepsê” de bimîne daye û nehatiye berdan. Bekîn destnîşan kir ku jiyana Nebîgolû bi rewşek xetere re rû bi rû ye û ji bo ew bijî li benda neqla gurcikê ye. Bekîn diyar kir ku ji bo Nebîoglû li cihek guncav were tedawîkirin divê cezayê wî bê taloqkirin û demildest bê berdan.