ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2023’YAN 2023-09-10 09:00:07   * Li Çiyayê Cûdî yê ku weke Parka Xweza û Netewî hatiye îlankirin 3 sal in birîna daran didome. Projeya ku walî wê kiribû navgîneke propagandayê, berî ku dest pê bike bi dawî bû.    * MARSÛ'ya di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, di nava deynan de maye. Sazî ku nikare deynê xebatkaran bide, deynê wê 2 milyar TL derbas kir.    * Rabîa Oz ku ji ber HDP'îbûna xwe ji kar hat derxistin, ragihand ku kardêr jê re gotiye, "Ez tirk im, ez kesên li hemberî dewleta xwe li cem xwe qbeûl nakim."    * Ahmet Sayak, birayê girtî Bager Sayak ê di Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê de, diyar kir ku tu ewlehiya girtiyan tune ye û bang li parêzvanên mafên mirovan û partiyên siyasî kir ku di vî warî de hesas bin.   * Dê danişîna duyem a doza Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli sibê bê lidarxistin.    * Ji Kovara Jineolojiyê Eylem Akti ku ji bo beşdariya li çalakiyên salvegera qetilkirina Jîna Emîniyê de bang kir, bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinên kurdistanî ya ji bo jinên Rojhilat.   * Girtiyê nexweş Şervan Sertkaya ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin di hevdîtina ser telefonê de ji malbata xwe re got ku xwînê deverişe lê dîsa jî sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.   * Cenazeyên 7 endamên HPG’ê yên di dîrokên cuda de li çoltarê Şirnexê jiyana xwe ji dest dayîn li Goristana Bêkesan hatin definkirin.   * Dorpêça leşkerî ya li ser gundê Bilbês ê navçeya Elkê di roja 45’an de didome. Hat zanîn ku leşkeran çoltarê gund bi awayekî ketober bombebara kiriye.   * Hevserokê CDK'ê Mehmet Latîf Çelebî diyar kir ku dê di 25'emîn salvegera komploya navdewletî de bi daxwaza azadiyê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Cenevreyê meşekê li dar bixin û wiha got: "Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."    * Konferansa têkel a mezin a Partiya Çepên Kesk dê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet bê lidarxistin. 10.00 ZINDΠ   * Şaxa TUHAY-DER’ê ya Wanê dê têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Panosê li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (12.00)   * Amedspor ku di Koma Sor a Llîga 2’yemîn a TFF’ê de dilîze dê di hefteya 3’yemîn de li sehaya xwe bi Duzcesporê re bilîze. (19.00)   * Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) dê li avahiya xwe ya li Beyoglû ya Stenbolê bi tevlibûna dengbêjên jin “Şeva Dengbêjan” li dar bixe. (20.00)