Qedexeya fiîlî ya li gundê Bilbêsê di roja 45’an de didome 2023-09-10 09:12:07 ŞIRNEX - Dorpêça leşkerî ya li ser gundê Bilbês ê navçeya Elkê di roja 45’an de didome. Hat zanîn ku leşkeran çoltarê gund bi awayekî ketober bombebara kiriye.    Dorpêça leşkerî ya li ser gundê Bilbês ê navçeya Elkê ya Şirnexê di roja 45’an de berdewam dike. Qedexeya fiîlî ji 29’ê tîrmehê heta niha didome. Li her çar aliyên gund leşker hatine bicihkirin. Hat zanîn ku leşkerên li gund hatine bicihkirin, di saetên şevê de çoltarê gund bi awayekî ketober bombebaran dikin û bi çekan gulebaran dikin. Piştî GBT’ê destûra ketin û derketina ji gund tê dayîn û hat diyarkirin ku derheqê gelek gundiyan de biryara lêgerîn hatiye dayîn.    Walîtiya Şirnexê heta niha du caran li gund qedexe ragihandiye û biryara qedexeyê di 23’yê tebaxê de bi dawî bû. Lê ji ber vê qedexeya fiîlî, qada jiyanê ya şêniyên gund roj bi roj bêhtir teng dibe. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, welatî nikarin sewalên xwe derxînin derveyî sînorê gund, nikarin biçin nav baxçe û bîstanên xwe. Li gund her wiha liv û tevgera hewayî heye. Şêniyên gund destnîşan kirin ku koçberî li wan tê ferzkirin û ji ber dengê bombebaranan derûniya wan xerab bûye.    Li gorî nûçeya di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hatibû weşandin, di bombebarana li çoltarê gund de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.    LI BILBÊSÊ ÇI BÛBÛ?   Walîtiya Şirnexê di navbera 29’ê tîrmehê û 4’ê tebaxê de ketin û derketina gundê Bilbêsê li welatiyan qedexe kir. Biryara qedexeyê hate rakirin lê dorpêça li gund berdewam kir. Walîtiyê îcar ji bo di navbera 8-23’yê tebaxê de biryara qedexeyê ragihand.    Bi biryara qedexeyê re çoltarê gund bi rojan bi balafirên şer û helîkopterên bi tîpa SKY’ê hatin bombebarankirin. Herî dawî di 13’ê tebaxê de şandeyeke ku ji Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Uysal û Mehmet Zekî Îrmez û hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Şirnexê pêk dihat çûbû serdana welatiyan.