Dê danişîna doza Mizrakli sibê bê lidarxistin 2023-09-10 09:13:22   AMED - Dê danişîna duyem a doza Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli sibê bê lidarxistin.    Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku di hilbijartinên 31'ê adara 2019'an de bi rêjeyeke 62.93 hate hilbijartin, ji 22'yê cotmeha 2019'an ve girtî ye. Mizrakli ku bi beyanên îtirafkar Hîcran Berna Ayverdî û ji ber çalakiyên beşdarî wan bûye, xebatên Kongreya CIvak Demokratîk (CKD) bi îdiaya "endmatiya rêxistinê" hat girtin, Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî şûna wî kir.    Piştî darizandineke 5 mehan, 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli hate birîn û ew şandin Girtîgeha Hejmar 2 ya bi tîpa T a Bunyan a Kayseriyê. Lê Dadgeha Cezayê Bilind cezayê li Mizrakli hat birîn xera kir. Piştî vê Mizrakli jinûve li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat darizandin. Danişîna ewil a dozê di 15'ê hezîranê de hat lidarxistin.    Danişîna duyem a dozê jî dê di 11'ê îlonê de li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin.