Dê komploya navdewletî li Cenevreyê bê protestokirin 2023-09-10 09:25:31 STENBOL - Hevserokê CDK'ê Mehmet Latîf Çelebî diyar kir ku dê di 25'emîn salvegera komploya navdewletî de bi daxwaza azadiyê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Cenevreyê meşekê li dar bixin û got: "Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."  Çalakiya nobedê ya di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" ya di 25'ê çileya 2021'ê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hat destpêkirin, her çarşem didome. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) ku pêşengiya çalakiyê dike, dê 25'emîn salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Abdullah Ocalan de, çalakiyên cihêreng li dar bixe. Dê di çarçoveya van çalakiyan de di 10'ê cotmehê de li Cenevreyê û 7 herêmên Swîsreyê meş bên lidarxistin. Her wiha tê payîn ku çalakî li gelek deverên Ewropayê û Latîn Amerîka û parzemîna Asyayê jî bên lidarxistin.    Hevserokê CDK'ê Mehmet Latîf Çelebî, diyar kir ku armanca wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê ye.    HELWESTA LI DIJÎ ŞER   Çelebî bibîr xist ku Abdullah Ocalan nêz 25 sal in di şert û mercên tecrîda girankirî de tê ragirtin û got ku hêzên global ji ber helwesta li dijî şer a Abdullah Ocalan komployê pêk anîne. Çelebî wiha axivî: "Ji ber paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk ku Abdullah Ocalan ew li dijî şer pêşkêşî Rojhialta Navîn kir, komplo hat pêkanîn. Ev tecrîd niha 3 sal in gihîştiye asta bêpêwendîdanîna mutleq. Sedema sereke ya astengkirina hevdîtina Abdullah Ocalan a bi malbatê û parêzerên wî re, ew e ku pêwendiya wî bi gel re bê qutkirin. Tiştên îro diqewimin berdewama komployê ne."    ENCAMÊN TECRÎDA ÎMRALIYÊ   Çelebî destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser gelan jî tê pêkanîn û bal kişand ser pêvajoya di navbera 2013-2015'an de ku desthilatê dawî lê anî. Çelebî wiha domand: "Piştî polîtîkaya tecrîdê ket dewrê, li welêt li hemberî rêxistinên civaka sivîl, komên çapemeniyê, siyasetmedaran, rewşenbîran, parêzeran, nivîskaran û hemû derdorên aştîxwaz û azadîxwaz operasyonên binçavkirin û girtinê dest pê kirin. Operasyonên derveyî sînor hatin berfirehkirin; li hemberî herêma başûrê Kurdistanê, Rojava, Mexmûr, Şengal û Qadên Parastina Medyayê êriş dest pê kirin. Ev êriş pir berfireh bûn. Armanca sereke ya tecrîdê û operasyonan, ew e ku pêwendiya di navbera Ocalan û gel de bê qutkirin. Ji lew re hêzên global dizanin ku; azadiya Rêber Apo, fikrên wî û dnegê wî, tê wateya azadiya gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn."    BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ   Çelebî bal kişand ser bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY), Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê (YE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a li hemberî tecrîdê û got: "Gava mesele Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be, her kes tiştên diqewime dibîne, lê dneg ji xwe dernaxîne."    ‘MIFTEYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'   Çelebî bilêv kir ku dê çalakiya wan tenê bi nobedê ne sînordakrirî be û ragihand ku dê di 25'emîn salvegera komployê de li dijî tecrîdê xebateke taybet çêbikin. Çelebî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê bi van çalakiyan tecrîdê teşhîr bikin. Çalakiyên me heya encamekê bigirin dê bidome. Mifteya çareserkirina meseleya kurd û aştiyê li Îmraliyê ye."    MA / Ergîn Çaglar