Erdogan bi Sîsî re hevdîtin kir ku jê re digot ‘derbekar û kujer’ 2023-09-10 12:39:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Tayyîp Erdogan bi Serokkomarê Misrê Abdulfettah es-Sîsî re ku di demên berê de jê re digot “derbekar û kujer” re hevdîtin kir.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 18’emîn Lûtkeya Serokan a G20’ê de ku li paytexta Hindistanê Delhiya Nû tê lidarxistin, bi Serokkomarê Misrî Abdulfettah es-Sîsî re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de têkiliyên di navbera Tirkiye û Misrê de, zêdekirina bazirganiyê, hevkariya di qadên enerjiyê de û mijarên herêmî û kûrewî hatin nirxandin.    Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di hevdîtinê de cih girtin.    JÊ RE GOTIBÛ ‘DERBEKER’   Serfermandarê Artêşa Misrê Sîsî, di 3’yê tîrmeha 2013’an de li dijî rêveberiya Muhammed Mursî ya li ser xeta Birayên Misilman darbe kiribû. Erdogan, di demên berê de ji bo Sîsî gotinên weke “Kujer” û “Derbeker” bi kar anîbû û gotibû ku “ez teqez pê re hevdîtinê nakim.”