Bafil Talabanî çû Îranê 2023-09-10 18:05:59 WAN - Serokê Giştî yê Yekitiya Niştimana Kurdistanê Bafil Talabanî bi rojeva bêçekkirina partiyên kurd ên rojhilatî ji bo hin serdanan bike çû Îranê. Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Bilind a Îranê û Musteşarê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê di 19’ê adarê de li Bexdayê di serokatiya Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Es-Sûdanî protokoleke “ewlehiyê” îmze kirin ku tê de bi dawîanîna xebatên partiyên rojhilatî yên li Herêma Kurdistana Federe cih digirt. Li gorî protokole partiyên kurd ên li Rojhilat dimînin dê çekên xwe radest bikin û heta 19’ê îlona 2023’yan bi malbatên xwe re derbasî kampên li Hewlêr û Silêmaniyê bibin. Piştî daxuyaniyên Îranê yên ku dibêjin em demê dirêj nakin û dê kampên partiyên rojhilatî yên li Herêma Kurdistana Federe “bi awayekî zêdetir” hedef bigirin Serokê Giştî yê Yekitiya Niştimana Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî û şandeyeke pê re çû Tehranê. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îranê de cih digirin, Talabanî dê di dema serdana xwe de bi serokên welat re hin civînên “girîng” li dar bixe. Li gorî nûçeyan di rojeva Talabanî de bêçekkirina partiyên kurd ên rojhilatî û êrişên li dijî partiyan heye.