Di maça Amedsporê de 2 kes hatin binçavkirin 2023-09-10 20:05:05   AMED - Di maça Amedspor û Duzcesporê de 2 kesên dema Sirûda Îstîklalê dihate xwendin nerabûn ser piyan hatin binçavkirin.    Îro di maça Amedspor û Duzcesporê ya li Stadyûma Tahîr Elçî de 2 kesên dema Sirûda Îstîklalê dihate xwendin nerabûn ser piyan û navên wan nehate zanîn hatin binçavkirin.    Di maça Denîzlîspor ku beriya du hefteyan Amedsporê pê re lîst de jî 12 kesên dema Sirûda Îstîklalê dihate xwendin nerabûn ser piyan hatin binçavkirin. Alîgirên Amedsporê yên bi hinceta “Nîşaneyên serdestiya dewletê biçûkxistinê” bi daxwaza şertê kontrola edlî ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlh ve hatibûn berdan.