Amedsporê, Duzcespor 2 û 0 têk bir 2023-09-10 21:23:08   AMED - Di hefteya sêyemîn a Lîga 2'yemîn de Amedsporê di sehaya xwe de bi golên Oktay Aydin û Ahmet Derelî Duzcespor 2 û 0 têk bir.   Amedspor a di Koma Sor ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe di hefteya 3’yemîn de li li Stadyûma xwe ya Tahîr Elçî ya li navçeya Peyasa Amedê bi Duzcesporê re lîst. Alîgirên Amedsporê eleqeyeke mezin nîşanî maça tîma xwe dan û ji bo piştevaniyê stadyûm tejî kirin. Beşa yekemîn ya maçê bi awayekî wekhev 0-0 bi dawî bû.   Di deqîqeya 80 ya beşa duyemîn de Amedspor bi gola Oktay Aydin 1 û 0 ket pêşiya Duzcesporê. Di maça ku kelecana wê pir zêde bû de di deqîya 92’yan de Ahmet Derelî skor kir 2 û 0 û maç bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.