Li Panosê îşkenceya bi benê berazan: Ji tecrîdê qut nîne 2023-09-11 09:05:43 WAN - Parêzer Dersîm Erîşen ku bi jinên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi îşkenceya benê berazan re rû bi rû mabûn hevdîtin pêk anî, diyar kir ku pêkanînên îşkenceyê ji tecrîdê qut nîne û banga hestiyariyê li partiyên siyasî û rêxistinên hiqûqê kir.    Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer ên li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê tên ragirtin di 31’ê adarê de îtîrazî hejmartina gardiyanên mêr kirin. Li ser vê yekê 40 gardiyanên mêr ên bi ser qawîşê de girtin îşkence li girtiyan kirin. Jinên girtî yên rastî êrişa gardiyanan hatin 4 saetan bi “benê berazan” hatine girêdan û li odeya sekinandinê hatine rawestandin. Girtiyên îşkence li wan hate kirin, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi gotinên “Hûn in pirsgirêkên li vê derê diqewimin ji derve re dibêjin? Heke hûn pirsgirêkan ji derve re ragihînin dê rewşa we wiha be” gef li girtiyan hate xwarin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê parêzer Dersîm Erîşen a bi girtî Lale Kabîşen a îşkence lê hate kirin re hevdîtin kir, êrişên li dijî girtiyan vegotin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.    LI HEMAN GIRTIYAN ÎŞKENCEYA DUYEMÎN    Erîşen, da zanîn ku ji girtiyan Mizgîn Kayitbey û Lale Kabîşen ên hatin derbkirin di sala 2021’an de jî rastî îşkenceyê hatine û anî ziman ku ji ber bêdengiya raya giştî girtî cara duyemîn rastî îşkenceyê hatin. Erîşen, bi lêv kir ku li ser serlêdana malbatan serdana girtîgehê kir û diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi salan e pirsgirêkên cidî lê diqewimin û ev pirsgirêk di serdana wan a dawî de jî hatine ragihandin.    BI BENÊ BERAZAN BI SAETAN ÎŞKENCE    Erîşen, da zanîn ku piştî jinên girtî di 31’ê tebaxê de îtîrazî hatina gardiyanên mêr a hejmartina êvarî kirin bûyer qewimî ye û wiha got: “Li ser îtîraza jinên girtî rojekê pişt re jin tên îşkencekirin û derbkirin. Di rewşa asayî de leşkerên mêr di lêgerînên mehane de tev li lêgerînên qawişên jinan dibin. Gardiyanên mêr ji ber hejmartinan an jî ji ber sedemên din nikarin bikevin qawîşên jinan. Li gorî îdîayên ku ji me re hatine gotin, girtiyên jin bi benê berazan tên girêdan û îşkence bi saetan dewam dike. Piştî hevdîtina hefteyekê jî dest û milên girtiyên jin reş û şîn bûn û birînên wan ên qalik girtine hebûn.”   ‘ÎŞKENCE JI TECRÎDÊ SERBIXWE NÎNE’    Erîşen, bi lêv kir ku îşkenceya li girtîgehan diqewime ji tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin qut nîne û wiha berdewam kir: “Yek ji sedemê belavbûna pirsgirêkan jî belavbûna pergala tecrîdê ya li girtîgehan e. Rêveberiya girtîgehê ji vê pêvajoyê hêzê digire û bêtirs êriş dike. Bertekên partiyên siyasî û saziyên mafan jî qels in. Partiyên siyasî yên beriya hilbijartinê digotin ‘Em ê bi hemû hêza xwe deriyên tecrîdê bişikînin’ divê li gorî gotinên xwe kedê bidin û di nav hewldanan de bin.”   ‘POLÎTÎKAYEKE NECEZAKIRINÊ HEYE’    Erîşen, destnîşan kir ku ji bo faîlên îşkenceyê cezayên pewîst nehatine dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedemekî din ê îşkenceyê jî ew e ku di heman bûyeran de lêpirsîn bi neşopandinê encam digirin. Polîtîkayeke necezakirinê heye. Bi kurtasî berpirsyar bi feraseta ‘tişta ez dikim li cem min dimîne’ bê bersiv dibin. Sedemeke din jî ew e ku bertekeke xurt ji derve û ji aliyê saziyên sivîl ên civakî û saziyên hiqûqê ve nayê nîşandan. Heta saziyên ku em endamên wan e jî bi amadekirina raporên periyodîk û ragihandina raporan bisînor dimînin. Ji ber pirsgirêk bi awayekî cidî nabin rojev, civakê bêhiş dike û rewşeke xwezayî ya razîbûnê pêş dikeve.”   ‘JI BER AV XWEST CEZAYÊ HUCREYÊ WERGIRT’    Erîşen, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi awayekî sîstematîk zextê li girtî Mizgîn Kayitbey û Lale Kabîşen dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî agahiyên ji me re hatine ragihandin; di nava 3 mehên dawî de 11 cezayên hucreyê li Mizgîn Kayitbeyê hatine birîn û piraniya wan hatine înfazkirin. Dîsa di nava 3 mehan de 8 cezayê hucreyê dane Lale Kabîşenê û 4 cezayên wê yên hucreyê hatine înfazkirin. Kabîşenê diavêjin hucreyê û avê nadinê. Ji ber Kabîşen avê dixwaze, di nava gardiyanan de nîqaş derdikeve û ji bo ku girtî av xwestiye cezayê hucreyê lê dibirin.”   MA / Bêrîvan Kûtlû