Qenciya ‘taybet’ a qeyûman a ji bo AKP’iyan: Peywirdarkirina piştî memûriyê 2023-09-11 10:09:55 MÊRDÎN - Qeyûman, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di nava çirava deynan de hiştine. Hat zanîn ku kesên ji hêla van qeyûman ve weke Midûrê Nivîsgeha Taybet a MARSU’yê hatin peywirdarkirin, niha li saziyên cuda hatine peywirdarkirin.    Mifetîşên Mûlkiyeyê yên girêdayî Wezareta Karên Hundir têkildarî Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSU) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, raporek amade kirin. Di raporê de hûrgiliyên balkêş hene. Hinek lêkolîn di navbera 2019-2023’yan de hatine kirin ku serdema qeyûman e. Îhaleyên di navbera 31’ê adara 2019’an û 2020’an de hatine kirin û wergirtinên kar bi sedema “Di çarçoveya biryara erêkirinê ya di 17’ê tîrmeha 2020’an a Wezareta Karên Hundir de weke Fermana Peywira Serokatiya Lijneya Teftîşa Mulkiyeyê hatiye nirxandin” di raporê de cih negirtin.    AVA JI SEDÎ 20’Ê ABONEYAN HATE BIRÎN   Di raporê de hat destnîşankirin ku MARSU’yê di navbera salên 2019 û 2023’yan de ji 184 hezar û 860 aboneyan ava 36 hezar û 415’an birî ye. Fatûreyên nehatin dayîn û teqîbata îcrayê jî weke hincet hatine nîşandan.    Di raporê de hat gotin ku divê MARSU’yê 532 memûr bixebitiyan lê tenê 99 kes hene û karê divê memûr bikin jî bi karkeran didin kirin. Rewşa behsa xeberê jî weke “li dijî qanûnê” hatiye nirxandin û pêşniyar hatiye kirin ku li gorî hiqûqê tevbigerin.    KESÊN AKP’Î KIRIN MIDÛR   Beşa herî balkêş a raporê jî derheqê Midûriyeta Nivîsgeha Taybet de bû. Hat destnîşankirin ku rêveberiya MARSU’yê di navbera 2020 û 2023’yan de ji bo midûriyetê ji derve 5 kes tayîn kiriye. Di raporê de hat diyarkirin ku Furkan Dogan, Mehmet Mesût Tanrikulu, Hanîfe Çelîkel, Zeynep Gurkut û Şuayb Işik weke midûr hatine tayînkirin.    Ji van kesan Mehmet Mesut Tanrikulu endamtiya Lijneya Rêveberiya Baskên Ciwanan a AKP’ê, Koordînatoriya Herêma Behra Spî û Lijneya Biryar û Rêveberiya Navendî ya Baskên Ciwanan a AKP’ê (MKYK) kiriye. Tanrikulu li Mêrdînê 6 mehan Midûriyeta Nivîsgeha Taybet kir û niha li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin weke Serokê Daîreya Çand û Karên Civakî xuya dike.    JI NIVÎSGEHA TAYBET DERBASÎ MEMÛRTIYÊ BÛN   Hat zanîn ku Furkan Dogan jî kurê Cîgirê Şaredarê Yurtbaşi ya Xarpêtê yê AKP’î Nîhat Dogan e û mezûnê dibistana amadehî ye. Dogan, piştî midûrtiya nivîsgeha taybet li Walîtiya Xarpêtê hate peywirdarkirin.    Hanîfe Çelîkel ku nêzî kesên AKP’î ye û ji zanîngehê mezûn bûye jî piştî peywira li şaredariyê li Wezareta Karên Hundir hate peywirdarkirin.    Zeynep Gurkut li MARSU’yê 6 mehan weke Midûra Nivîsgeha Taybet xebitî û piştre li Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirov û Perwerdeyê hate peywirdarkirin.    20 ROJ PIŞTRE LI ENQEREYÊ HATE PEYWIRDARKIRIN   Şuayb Işik ku nêzî Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Hayatî Yazici ye jî di 7’ê tîrmeha 2023’yan de weke Midûrê Nivîsgeha Taybet a MARSU’yê hate peywirdarkirin. Işik, di 26’ê tîrmehê de li Serokatiya Lijneya Reqabetê hate peywirdarkirin.     Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber peywirdarkirinên dawî, di dema teftîşê de kadroya Midûriyeta Nivîsgeha Taybet vala bû.    HIŞYARÎ: RAYEYA TEQDÎRÊ YA BÊSÎNOR A RÊVEBERIYÊ NÎNE    Mifetîşan gotin ku divê kadroya Midûriyeta Nivîsgeha Taybet zêde neyên guherandin û ev hişyarî kirin: “Li gorî rêgezên giştî yên hiqûqa îdareyê; rayeya teqdîrê ya bêsînor a rêveberiyê nîne û dema ev rayeye tê bikaranîn jî divê li gorî hukmên mewzûatê û wijdana cemaweriyê tevbigerin. Divê ‘memûriya îstîsnaî’ di memûriyeta ku gelek hemwelatî di serî de ezmûn di encama gelek prosedûran de bi dest dixin de weke wergirtina personelan a îstîsnaî û rêya terfîkirinê neyê fêmkirin. Ev sepanên ku weke suîstîmalkirina vî mafî tên nirxandin dê bandoreke neyînî li ser aştiya xebatê ya peywirdarên din, mirûz, motîvasyon û performansê bike. Ev yek jî dê baweriya ji bo dewletê qels bike. Lewma di mijara memûriya îstîsnaî de divê ji bilî hewcedariya bi xizmeta cemaweriyê tu armancên din nebin.”    MA / Ahmet Kanbal