Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan 2023-09-11 12:48:35   AMED - Piştî maça Amedsporê 2 alîgir hatibûn binçavkirin û bi şertê “kontrola edlî” hatin berdan.    Amedspor şevê din li sehaya xwe bi Duzcesporê re lîst. Bi hinceta ku di dema xwendina “Sirûda Îstîklalê” de ranebûne ser pêyan, 2 alîgirên Amedsporê hatin binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Îfadeyên alîgiran ên li dozgerî û Dadgeriya Cezayên Silhê hatin girtin û piştre bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 27’ê tebaxê de jî Amedspor bi Denîzlîsporê re lîst. Bi hinceta ku “Sirûda Îstîklalê nexwendine” 11 alîgirên Amedsporê hatin binçavkirin. Alîgirên Amedsporê bi îdiaya “elametên serdestiyê ya dewletê biçûk xistine” hatin sûcdarkirin û piştre bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.