‘Îşkenceya li Girtîgeha Panosê eleqeya xwe bi tecrîda Îmraliyê re heye’ 2023-09-11 13:45:40   WAN - Hevserokê Şaxa TUHAYDER a Wanê Çetîn Uyar bertek nîşanî îşkencekirina girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê da û wiha got: “Zexta li girtîgehan, eleqeya xwe bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan heye ku di pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê tê ragirtin.”    Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) ya Wanê têkildarî îşkencekirina girtiyên siyasî û îşkenceya bi girêka beraz li avahiya komeleyê daxuyanî da. Hevserokê komeleyê Çetîn Uyar di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Îktîdara Tirkiyeyê li girtîgehan bêhiqûqiyê esas digire. Îktîdara ku xwedî li mîrateya faşîzma 12’ê Îlonê û îşkencekar Esat Oktayan derdikeve, hewl dide li ser girtîgehan teşeyê bide civakê.”    SEPANÊN KEYFÎ   Uyar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serdema AKP’ê de di qada demokrasî, mafên mirovan û azadiyan de binpêkirinên giran hatin jiyîn. Îktîdara ku hemû qadên civakî bi rêya tecrîd, zext, îşkence û polîtîkayên tirsandinê bisînor dike, bi sepanên keyfî yên derhiqûqî û derqanûnî re sedema sereke ya krîzên civakî ye. Yek ji qadên herî zêde ev derhiqûqtiye lê tên kirin jî girtîgeh in. Tevî hewldanên malbatan û yên hiqûqî û raporên ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî girtiyên nexweş nayên berdan û li girtîgehan tên qetilkirin.”    ‘TUNDÎ Û ZEXT WEKE KONSEPTEKÊ DI MERIYETÊ DE YE’    Bi domdarî Uyar bi bîr xist ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê 4 saetan îşkence li Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku berpirsyarên fiîlî yên vê sepana faşîst tên darizandin dê îktîdara AKP-MHP’ê weke berpirsyar bên dîtin. Di dema vê îşkenceya sîstematîk de heqaretên ku rûmeta mirovan binpê dikin hatine kirin û piştre jî girtî 4 saetan bi girêka beraz û li erdê hatine hiştin. Dema ev îşkence hatin kirin jî midûrên 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn ên girtîgehê jî li wir bûn. Îşkencekaran, bi pora girtiyên jin girtin, kaş kirin û wisa li rîngê siwar kirin, li nexweşxaneyê muayeneyeke ser re hate kirin û piştre anîn. Ev yek nîşan dide ku ev binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, di çarçoveya konseptekê de tên kirin.”    ‘ÎŞKENCEYÊ ELEQEYA XWE BI TECRÎDÊ RE HEYE’   Uyar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev îşkenceya roj bi roj li girtîgehan zêde dibe, eleqeya xwe bi tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan re heye ku di pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de tê ragirtin. Birêz Ocalan 25 sal in di şert û mercên giran ên tecrîd û îzolasyonê de tê ragirtin, nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û hemû mafên wî yên ragihandinê tên astengkirin. Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê bi kûrkirina tecrîd û şer re li pêşiya avakirina aştiya civakî astengiya herî mezin e. Tekane rêya aştî, aramî, demokrasî û azadiyan, bidawîkirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e.    Îşkenceya li ser girtiyan nayê qebûlkirin. Di serî de Îmrali, divê pergala îşkence û qirkirinê ya li hemû girtîgehan bi dawî bibe. Banga me ji bo hemû parastvanên mafên mirovan, rêxistinên girseyî yên demokratîk ew e ku li dijî tecrîd, zext û îşkenceyên li girtîgehan dengê xwe derxînin. Ev êrişên li dijî girtiyên siyasî, êrişên li dijî tevahiya civakê ne. Hemû girrtiyên siyasî yên ji ber ramanê azad û fikrên xwe jiyana wan hatiye bisînorkirin lê teslîm nebûyîn rûmeta civakê ne.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.