Li Sîncanê der barê 39 jinên girtî de lêpirsîn hat destpêkirin 2023-09-11 13:58:08   ENQERE - Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan derbarê girtiyên ku xwestin bi wernegirtina xwarinê ya 3 rojan balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, lêpirsîn hat destpêkirin.    Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û bi daxwaza bên berdan, 3 rojan çalakiya wernegirtina xwarinê li dar xistin. Girtiyan têkildarî çalakiya xwe daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re şandin û ragihandin ku ew ji bo mirina girtiyên nexweş, neberdana girtiyên nexweş şermezar bikin 3 rojan çalakiya wernegirtina xwarinê li dar dixin. Jinên girtî daxwaname ji Meclisê û Wezareta Dadê re jî nivîsandin û dîsa bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş.    LÊPIRSÎNA DÎSIPLÎNÊ HAT DESTPÊKIRIN    Piştî ku çalakiya girtiyan bi dawî bû, Midûriyeta Girtîgeha Sîncanê ya Jinan derbarê jinên girtî de lêpirsîn da destpêkirin. Di teblîxnameya ku radestî jinan hat kirin de der barê 39 jinên girtî de bi hinceta “ka sûc kirin e yan nekirine bê tespîtkirin” lêpirsîna dîsiplînê hatiye destpêkirin û hat xwestin ku jinên girtî di nava 3 rojan de parastina xwe bişînin midûriyetê.    MA / Dîcle Muftuoglu