Li Êlihê daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî hat kirin 2023-09-11 15:14:26 ÊLIH - Li Êlihê Komeleya Çand û Lêkolînên Ziman a Arî daxwaza perwerdehiya bi kurdî kir.   Îro roja destpêkê ya heyama perwerdehiyê ya 2023-2024’an e. Sazî û dezgehên li ser zimanê kurdî xebatê dikin li gelek bajarên bakurê Kurdistanê daxwaza bi perwerdehiya zimanê zikmakî dikin û dixwazin kurdî li dibistanan bibe zimanê perwerdehiyê û wek zimanê fermî bibe xwedî statû.    Li Êlihê jî Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) bi boneya destpêkirina heyama nû ya perwerdehiyê li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên komeleyê, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, rêveberên HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk, rêveberên Baroya Êlihê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Perwerdehiya bi zimanê xwe xeta me ya sor e” hat vekirin. Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlûm Tenha daxuyanî xwend û bal kişand ser daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî û fermkirina zimanê kurdî.