Egîtîm Sen: Divê her kes bi awayeke wekhev û bêpere ji mafê perwerdeyê sûd bigire 2023-09-11 16:39:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Egîtîm Senê diyar kir ku sala perwerde û hînkirinê ya nû bi pirsgirêkên nehatine çareserkirin dest pê kiriye û got ku divê her kes bikare bi awayeke wekhev û bêpere ji mafê perwerdeyê sûd bigire.    Egîtîm Senê li gelek bajaran têkildarî sala nû ya perwerde û hînkirinê daxuyanî da û bal kişand ser pirsgirêkên di qada perwerdeyê de tên jiyîn.    SEMSÛR    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Semsûrê li navenda bajar li qada jiyanê ya ji hêla Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ve hatiye avakirin daxuyanî da. Endamên Egîtîm Senê û pêkhateyên KESK’ê tev li daxuyaniyê bûn. Sekreterê Perwerdeyê yê Şaxa Egîtîm Sen a Semsûrê Bekir Bakir diyar kir ku sala nû ya perwerde û hînkirinê bi pirsgirêkan dest pê kiriye.    LI DIBISTANAN PERWERDEYA DEMEND    Bakir, diyar kir ku li herêmên erdhejê hem perwerdekar hem jî xwendekar mexdûrên erdhejê ne û wiha got: “Di erdhejan de ne tenê avahî hilweşiyan, gelemperiya pergala perwerdeyê jî di bin kavilan de ma. Hêj xebatên ji bo dibistanên divê tavilê bên hilweşandin bi dawî nebûne û lewma gelek dibistan ji neçarî perwerdeya dumend didin. Her wiha veguhestin jî pirsgirêkeke cidî ye. Alîkariya psîkolojîk a didin zarokan jî kêm e. Zarokên penaber jî di mijara perwerdeyê de pir pirsgirêkan dijîn. Mafê wan piştî karesatê hêj bêhtir tê binpêkirin. Tundî û îstîsmara li dijî zarokên keç û karkeriya zarokan piştî karesatê zêde bûne.”    PIRSGIRÊK HÊJ LI ŞÛNA XWE DISEKININ    Bi domdarî Bakir destnîşan kir ku pergala perwerdeya bi zimanê dayikê û laîk her tim tê astengkirin û wiha pê de çû: “Tu pirsgirêkên perwerdeyê yên malbat û kedkarên perwerdeyê dixwazin bên çareserkirin nehatine çareserkirin û hêj li şûna xwe disekinin. Divê her kes wekî hev sûdê ji xizmeta perwerdeyê bigire, bêpere be û baş be.”    AMED    Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê jî li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Sen a Amedê Songul Can Şîmşek axivî.    Şîmşek, destnîşan kir ku îktîdar ev demekî dirêje di qada perwerdeyê de li gorî hedefên xwe yên siyasî û bîrdozî sererastkirinên qanûnî dike û ev tişt anî ziman: “Bi çendek weqf û komeleyan re ‘perwerdeya olê’ xistin meriyetê. Ev jî yekser bandorê li kedkarên perwerdeyê û malbatan dike. Li welêt nîjad, ziman, çand û baweriyên cuda hene lê ev alî di pirtûkên waneyan de hema hema qet cih nagire. Îktîdara siyasî bi helwesta ‘yek ol, yek mezhebê’ nêz dibe. Piştî erdhejên Mereşê, ji bo sala nû ya perwerdeyê tevdîrên pêwîst nehatin girtin.”    MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ   Şîmşek, wiha domand: “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirovan e. Ji bo pêşketina zîhnî ya zarokan, qebîliyeta hînkirinê û nasnameyeke bitendurist, yek ji şertên sereke ye. Her wiha rêgeza sereke ya zanista pedagojiyê ye. Ji hêla pedegojîk ve nayê qebûlkirin ku zarokê heta dibistana seretayî dinya bi zimanê xwe yê dayikê nas kirî bêyî pêvajoyeke hînbûnê di carekî de bi zimanekê din perwerdeyê bibîne. Bêparhiştina zarokan a ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, bandoreke neyînî ya zîhnî dike.”   MÊRSÎN    Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê jî rapora xwe ya têkildarî serdema 2023-2024’an a perwerde û hînkirinê ragihand. Daxuyanî li avahiya sendîkayê hate dayîn û pankarta “Perwerdeya zanistî, laîk, demokratîk û bi zimanê dayikê” hate vekirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê Perîhan Koca, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û nûnerên gelek saziyan tev li daxuyaniyê bûn.    Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Mahmût Sumbul rapor xwend û got ku krîza aborî bandoreke mezin li ser malbatan dike. Sumbul, got ku ji ber zemên li pey hev tên kirin, malbat nikarin pereyan bidin zarokên xwe û çenteyên wê yên xwarinê tije bikin. Sumbul, axaftina xwe wiha domand: “Tevahiya saziyên perwerdeyê yên li Tirkiyeyê ji ber sedemên nîjadperest, mezhebperest, cihêkar û otorîter ên îktîdarê ji karîgeriya xwe dûr ketine. Divê pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê were vekirin. Weke kedkarên perwerdeyê dê têkoşîna me ya ji bo perwerdeyeke bêpere, zanistî, laîk, cemawerparêz, demokratîk, bi zimanê dayikê, wekheviya zayendî û ekolojîk bidome.”    STENBOL    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê jî têkildarî pirsgirêkên di qada perwerdeyê de li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Di sala perwerdeyê ya 2023-2024’an de mafê perwerdeyê di talûkeyê de ye!” hatibû vekirin. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Guleren Yolerî, endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Dogan Ozkan û Sekretera Şaxa ÎHD’a Stenbolê Oya Ersoy tev li daxuyaniyê bûn.    Oya Ersoy daxuyanî xwend û bal kişand ser newekheviya di perwerdeyê de. Ersoy, wiha got: “Di krîza aboriyê de ev newekhevîtiye zêdetir bû. Mesrefên dibistanê ji sedî 120 zêdetir bûn. Cihêkarî heta polan jî belav bû. Her wiha mafê perwerdeya bi zimanê dayikê tune tê hesibandin.”     DAXWAZ    Herî dawî jî Ersoy ev daxwaz rêz kir: “Perwerdeya bêpere, biwesf, zanistî û bi zimanê dayikê maf e. Divê mafên bingehîn ên zarokan û azadiya wan di her kêliyên perwerdeyê de bi cih bên. Divê polîtîkayên ji bo çareserkirina pirsgirêkên zarokên keç, penaber, zimanê wan ê dayikê cuda, astengdar û di bin parastinê de bên çareserkirin. Şert û mercên aboriyê ya malbatan çawa dibin bila bibin hewceye zarok baş bên xweyîkirin û perwerdeyeke wekhev û biwesf bibînin. Hewceye hemû lêçûnên perwerdeyê ji hêla dewletê ve bên pêşwazîkirin û xwarina bêpere were dayîn.”