Rojnameger û rêxistinên mafan: Divê demildest Gok û Orûç bên berdan 2023-09-12 09:03:19     AMED - Rojnameger û rêxistinên mafan ji bo danişîna edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok û rojnameger Mehmet Şah Orûç ku dê di 14’ê îlonê de bê lidarxistin bang kirin û gotin: “Em şahidên rojnamegeriya wan in û em ji gel û saziyên xwe bi hêvî ne ku dê di 14’ê îlonê de piştgiriyê bidin hevalên me yên rojnameger.”   Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdûrrahman Gok û rojnameger Mehmet Şah Orûç ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 25'ê nîsanê de hatibûn binçavkirin û girtin, nêzî 6 meh in di girtîgehê de ne. Îdianameya der barê Gok de ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kiriye" hat amadekirin, ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Îdianameya der barê rojnameger Orûç de hat amadekirin jî, bi biryara "bêrayetiyê" ji Bedlîsê re hat şandin. Îdianameya ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat amadekirin ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê ya Giran a Bedlîsê ve hat qebûlkirin.    Danişîna Gok û Orûç wê di 14'ê îlonê de bê lidarxistin. Danişîna doza Gok dê li Edliyeya Amedê, doza Orûç jî dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê bê lidarxistin. Rojnameger û rêxistinên mafan banga tevlîbûna danişînê kirin.   ‘BI AWAYEKÎ DERHIQÛQÎ LI GIRTÎGEHÊ TÊN RAGIRTIN’   Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan diyar kir ku hevalên wî yên rojnameger ji meha nîsanê û vir ve bi awayekî derhiqûqî li girtîgehê tên girtin. Altan bi bîr xist ku li ser îfadeyên şahidekî, bi nûçeyên xwe tên sûcdarkirin û got: “Lê belê em her tim dibêjin ku karê rojnamegeriyê çêkirina nûçeyan e, ger vî karî neke dê çi bike? Di vî warî de em bi lêpirsîn û dozeke tam neqanûnî re rû bi rû ne.”   ‘EV DOZEK WEKE TOLHILDANÊ YE’   Altan, da zanîn ku doza ku dê di 14'ê îlonê de bê lidarxistin dê tenê li ser nûçeyan be û got ku bi tawanbarkirina nûçeyan zêdetir nikarin gavekê jî wêde biçin. Altan diyar kir ku ji ber ku rojnameger bi nûçeyên xwe, bi tiştên ku ew dibêjin, bi tiştên ku ew dinivîsin hene û tenê bi van tiştan dikarin bên darizandin. Altan bi domdarî wiha got: “Hem Abdurrahman Gok hem jî Mehmet Şah Orûç rojnameger in. Rojnamegerên baş in, heta niha bêhejmar nûçe çêkirine, li gelek herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê geriyane û bûne çavkaniya gelek nûçeyan. Di rastiyê de wêneyên Abdurrahman Gok ên Kemal Kurkut ku di Newrozê de kişandibûn ket rojeva cîhanê û ji ber vê yekê jî tê darizandin. Ev dozek wek tolhildanê ye. Em hêvî dikin ku ew di zûtirîn demê de bên berdan. Em li bendê ne ku ne tenê ew, hemû hevalên me yên li girtîgehê serbest bên berdan. Niha Hevseroka Komeleya me Dîcle Mûftûoglû û Sedat Yilmaz jî girtî ne. Heya niha îdianame û rojên dadgehkirinê nehatine diyarkirin û em li bendê ne ku di zûtirîn demê de ew jî bên berdan.”   ‘GOK Û ORÛÇ ROJNAMEGER IN’   Altan diyar kir ku ew ê danişîna her du rojnamegeran ji nêz ve bişopînin û got ku danişîna her du hevalên wan wê di heman rojê de lê li dadgehên cuda bên dîtin. Altan anî ziman ku hêviya wan ew e ku ne tenê ew, hemû saziyên çapemeniyê yên pîşeyî, saziyên sivîl, partiyên siyasî û hemû gel hesasiyetê nîşan bidin. Altan ev tişt anî ziman: “Bila li wir bin, bila deng li dengê me zêde bikin, bila dengê Gok û Oruç zêde bikin, bila bi dengekî bilind biqîrin ku dawî li van neheqiyan bê. Em ê piştgiriyê bidin hevalên xwe û li benda berdana wan bin. Em bang dikin û dibêjin ku Gok û Orûç rojnameger in, sûc nekirine. Doza heyî bi tevahî neqanûnî ye, em li bendê ne ku ew beraat bibin.”   ‘EM ŞAHIDÊN ROJNAMEGERIYA WAN IN’   Rojnameger Mahsûn Rençber jî anî ziman ku ew bûye şahidê rojnamegeriya Oruç û Gok û got ku ew Abdurrahman Gok baş nas dikin, hemû rojnameger wî nas dikin. Rençber, wiha dirêj kir: “Daxwaza me ew e ku di zûtirîn demê de Abdurrahman Gok serbest berdin. Ne tenê ev, divê hemû hevalên me yên rojnameger ên di girtîgehê de ne, di zûtirîn demê de bên berdan. Ji ber ku tenê karê xwe yê rojnamegeriyê dikin. Heke wan rojnamegerî nekiribana, wê kurd û welatî ji ragihandina rast û zelal bêpar bibûna.”   ‘NÛÇEYÊN WAN WEKE SÛC HATINE HESIBANDIN’   Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê Ercan Yilmaz jî got ku beriya hilbijartinên meha Gulanê yên li Tirkiyeyê pêk bên, zextên giran li xebatkarên çapemeniyê dihatin kirin. Yilmaz destnîşan kir ku endam, rêveber û hevserokên Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê jî di nav de bi dehan xebatkarên çapemeniyê hatin girtin. Yilmaz bi lêv kir ku ew di danişîna yekem de piştî salekê serbest hatin berdan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dibêjin ku divê hevalên me yên di 27’ê Nîsanê de hatin girtin jî bên berdan û beraat bibin. Ji ber ku em dosyayên wan dizanin, me îdianameyên wan lêkolîn kir. Tenê nûçeyên çêkirine û naveroka wan weke sûc hatiye dîtin û weke biryara girtinê li wan hatiye vegerandin. Li her welatekî demokratîk nûçeyên endamên çapemeniyê li dijî wan nayên bikaranîn. Ji ber vê sedemê di vê danişînê de jî em ê weke ÎHD’ê weke danişînên berê şopandin û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin. Berî her tiştî em daxwaza berdana hevalên xwe yên rojnameger dikin.”   ‘EM ZILM Û ZORDARIYA LI SER ROJNAMEGERÊN KURD PROTESTO DIKIN’   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettîn Altun, bertek nîşanî darizandina rojnamegeran da û da zanîn ku girtina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya, Rojnameya Yenî Yaşam û rojnamegerên mûxalîf sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Di vê serdema ku em tê de dijîn, hevalên me yên rojnameger ên ku gelê kurd mafên xwe bi rêya wan îfade dikin ji ber hin sedeman bi girtinê re rû bi rû ne. Em li bendê ne ku gelê Kurd di 14’ê îlonê de li ber edliyeyê be. Em zilm û zordariya li ser rojnamegeriya kurdî ya 40-50 salên dawî protesto dikin û bang li gelê xwe dikin. Em ê bi hevalên xwe re bin. Ramanên hevalên me nêrînên me ne û nûçeya wan nûçeyên me ne. Ji ber vê yekê ew ne bi tenê ne. Bi moral û motîvasyoneke mezin em ê wekî DBP'ê li her derê û her dem hevalên xwe yên rojnameger biparêzin. Em hêvî dikin ku hemû gel û sazî di 14’ê îlonê de xwedî li hevalên me yên rojnameger derkevin.”   MA / Bazîd Evren - Eylem Akdag