Alîgirên Amedsporê: Ji ber ku em kurd in êrişî me dikin 2023-09-12 09:09:41 AMED - Alîgirên Amedsporê bertek nîşanî êrişên nijadperest ên li dijî wan tên kirin dan û gotin ku ji ber nasnameya wan a kurdbûnê êrişê wan tê kirin û îşaret bi xwedîderketineke xurt a li Amedsporê kirin.   Amedspor ku di Koma Sor ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe, ji roja hatiye avakirin heta niha bi êrişên nijadperest re rû bi rû dimîne. Hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê werzîşê ve tê terorîzekirin. Herî dawî hefteya çûyî, di maça Sariyerê de rastî êrişê hatibû û nijadperestan li malbatek alîgirê Amedsporê bi tevî zarokên wan xistibûn. Li dijî vê yekê alîgirên Amedsporê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku werzîş ji bo biratiyê tê kirin.   ‘DIVÊ XWEDÎ LÊ DERKETIN MEZINTIR BIBE’   Cîhat Hocaoglû destnîşan kir ku çi dibe bila bibe divê Amedspor rêya xwe berdewam bike. Hocaoglû anî ziman ku ew çi bikin jî dê dîsa ev êriş berdewam bikin û divê ew hinekî bi aqlekî selîm tevbigerin. Hocaoglû wiha got: “Divê xwedî lê derketin mezintir bibe. Amedspor tenê tîma Amedê nîne û gelek kesên rojhilatî Amedsporê weke tîma xwe dibîne. Taybetmendiyeke cuda ya Amedê heye. Divê Amedspor jî ferqa vê yekê de be û li gor wê jî tevbigere.”   ‘EM LI DIJÎ NIJADPERESTIYÊ NE’   Serokê Federasyona Alîgiran a Mezopotamyayê Ramazan Tûrgay bi bîr xist ku pêşiya Amedsporê Diyarbekîrspor jî bi êrişan re rû bi rû dima û got: “Niha jî heman tiştî li Amedsporê dikin. Em hemû gavan li dijî gotin û êrişên nijadperestin û me alîgiran aniye ba hev in.”   ‘AMEDSPOR TÎMA GELEKÎ YE’   Esat Yildiz got ku îsal qadroya Amedsporê baş e û dikare bibe şampiyon û wiha got: “Hefteyek berê malbateke me rastî êrişê hatiye û em ji bo wan jî hatine vê maçê. Em alîgirên Amedsporê ne û divê her kes bê piştevaniya Amedsporê. Amedspor tîma bajarekî nîne, ya gelekî ye.”   ‘JI ALIYÊN SIYASÎ VE JÎ ÊRIŞ TÊN KIRIN’   Cîhan Boncûk diyar kir ku bi rêveberiya nû ya Amedspor dikare bibe şampiyon û got ku baweriya wan jî bi tîma wan heye. Boncûk anî ziman ku alîgirên Amedsporê heta dawiyê dê piştevaniya tîma xwe bikin û wiha berdewam kir: “Ji aliyên siyasî ve jî gelek êriş li Amedsporê tê kirin. Dibêjin ‘Tîmeke weke Amedsporê nîne'. Her wiha netewperestên tirk jî xwedî bandorekî mezin in. Tu nijadperestiya me li dijî tirkan nîne, lê yê wan heye. Ji navê Amedsporê aciz in, ji alîgirên wê aciz in ku ji ber nasnameya me êrişî me dikin. Em tiştek wiha nakin û naxwazin li dijî me jî bê kirin. Hêvî dikim tedawî bibin.”   ‘WERZÎŞ BIRATÎ Û HEVALTÎ YE’   Omer Farûk Tûnç jî bi lêv kir ku îsal pir dixwazin Amedspor bibe şampiyon û lîstikvan û serok jî guheriye. Tûnç destnîşan kir ku ev bû heft sal, divê êdî bibin şampiyon û wiha got: “Li bajarên Tirkiyeyê weke dijmin li me dinêrin. Em bi gul û kûlîlkan wan pêşwazî dikin em naxwazin tiştên wiha çêbibin. Werzîş biratî û hevaltî ye. Sedema van êrişan nasnameya me ya kurd û Kurdistanî ye. Ji bilî vê sedemê tu sedemên din nînin. Ha Amed ha Diyarbekir çi ferq dike? Divê em li hev xwedî derbikevin.”   ‘EM Ê PIRTIR XWEDÎ LI TÎMA XWE DERBIKEVIN’   Esma Boranç da zanîn ku pêşiya wan vekiriye û tîma wan dê bê cihekî baş û wiha got: “Em ji tîma xwe bawer dikin û ji bo piştevaniyê jî hatin vir. Kesên êriş Amedsporê dikin tirsonek in û tiştekî em bibêjin nîne. Em li hember vê yekê bêdeng namînin û em ê pirtir xwedî li tîma xwe derbikevin.”   ‘EM KURD IN’   Mervan Karaca diyar kir ku ew ê bi şermezarkirina êrişên nijadperest ên li dijî alîgirên Amedsporê, piştgiriyê bidin tîma xwe û wiha got. "Em weke berê bi heyecan in ku werin vir. Em ê teqez bi ser bikevin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Ez êrişên nijadperest ên li dijî me şermezar dikim. Dema tên vir em baş li wan dinêrin û mazûvaniya wan dikin, lê dema em diçin wir ji me re dibêjin terorîst. Mafê wan nîne wiha bikin. Divê ew jî bi me re bi heman awayî tevbigerin. Em ne terorîst in, em kurd in. Sedema êrişan jî ew e ku em kurd in û navê tîma me Amed e, sedemeke din tuneye. Em ê xwedî li vî bajarî derkevin.”   ‘EZ JI BO PIŞTEVANIYÊ HATIM VIR’   Alîgirê Amedsporê yê polonî Wiliam Radovski got “Armanca min a hatina vir piştgirîdayîna Amedsporê ye. Ji ber ku ez dizanim sedemên siyasî li pişt êrişan hene. Ez ji bo piştgiriya berxwedana gelê kurd hatim vir. Her bijî Amedspor.”   ‘AMEDSPOR TÎMEKÎ CÎHANÊ YE’   Rêveberê Komeleya Alîgiran a Dîrenîşê ya Amedsporê Tekîn Bayram jî diyar kir ku Amedspor her tim ji bo şampiyoniyê dilîze û ev tişt gotin: “Em dixwazin raya giştî, der barê qedexeyên deplasmanê yên li ser Amedsporê û êrişa ku hefteya borî dîsa pêk hat de bizanibe ku Amedspor ne tîmeke herêmî ye. Amedspor tîmeke cîhanê ye û li çar aliyê cîhanê alîgirên wê hene. Bila kes wisa li me nenêre, Amedspor heye û dê her hebe. Bi salan e ez li standanim, me ew coşa ku di van du salên dawî de heye nedîtiye. Bi hêviya ku em îsal dawî li wê hesreta xwe bînin. Li hemberî van êrişan jî weke ku Kaptan Şehmûs gotiye ku ‘Çiqas êrişî me bikin jî em ê bi gulan bersiva wan bidin’. Lê helbet pêwîst e hemû rayedar di vê mijarê de bikevin nava tevgerê da ku tiştên cuda neyên qewimandin.”   ‘LI DORA AMEDSPORÊ BICIVIN’   Veysî Can Gunduz jî diyar kir ku hêzên ewlehiyê dikare ewlehiya deh milyon kesî biparêze, lê nikare 2-3 hezar kesî û wiha axivî: “Sedema êrişa li ser van alîgiran nasnameya wan e. Ev tîm xwedî nasnameya kurd e. Nasnameya vê tîmê ji aliyê vê dewlet û pergalê ve nayê qebûlkirin. Çawa ku li gelek deveran bi qedexeyan bersivê didin her tiştî, ziman û netewa me qedexe dikin, îro jî Amedsporê qedexe dikin. Divê hemû gelê me li dora Amedsporê bicivin, ji ber ku tîmeke me ya bi rûmet e. Hewce ye ku em li dora vê tîmê bisekinin û bi tevahî piştgiriya wê bikin.”   ‘EZ êrişÊN  nijadPEREST ŞERMEZAR DIKIM’   Alîgira Amedsporê Nedîme Aşût jî wiha axivî: “Em niha Amedsporê pir serkeftî dibînin, ez hêvî dikim ku bi heman awayî berdewam bike. Ez êrişên nijadperest şermezar dikim. Tiştekî diviyabû nehatiba kirin, lê mixabin hat kirin. Divê li hemberî Amedspor û alîgirên wê êrişên bi vî rengî neyên kirin. Ez wek dildarekî Amedsporê ji bo piştgirê hatim vir.”   MA / Bazîd Evren - Şîlan Çîl