Muftuoglû ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ namzet hat nîşandan 2023-09-12 11:01:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû ku girtî ye, ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ a ku ji aliyê Free Press Unlimited ve tê amadekirin, namzet hat nîşandan   Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû ku di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqere de hatibû binçavkirin û girtin, ji bo ‘Xelata Rojnamevaniyê ya Herî Berxwedêr’ a ku ji aliyê Free Press Unlimited ve tê amadekirin, namzet hat nîşandan. Bi Muftuoglû re ji Ekvadorê Andersson Boscan û ji Nîjeryayê Phîlîp Obajî ji bo heman xelatê namzet hatin nîşandan.    Xelat dê ji aliyê juriyê ve di 24’ê cotmehê de were aşkerekirin. Xelat dê di 31’ê cotmehê de li bajarê Lahey ê Holandayê di dema aktîvîteyeke zindî de dê bên dayîn.    Di hefteya pêşiya me de wê li ser hesabên medyaya dîjîtal ên Free Press Unlimitedê û sîteya wê de danasîna rojnamevanên ku ji bo xelatê namzet hatine nîşandan cih bigire.