AYM’ê ji bo serlêdana Ahmet Ataman biryara binpêkirinê da 2023-09-12 11:28:12   WAN  - Polîsan li navçeya Erdîşê mala Hediye Ataman şewitandibûn û Ataman qetil kiribûn. Hevjînê Ataman, Ahmet Ataman jî hatibû girtin û AYM’ê ji bo serlêdana Ataman biryar da. AYM’ê got ku Ataman di bin çavan de hatiye îşkencekirin û biryara dayîna tazmînatê da.    Polîsan di 17’ê mijdara sala 2016’an de li Taxa Eganis a Erdîş a Wanê bi îdiaya “Di hundir de terorîst hene” agir berdan mala Hediye Ataman (43) û qetil kirin. Hevjînê wê Ahmet Ataman jî di heman rojê de hate binçavkirin, îşkencekirin, girtin û derheqê wî de doz hate vekirin. Bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “bêyî destûrê bigire madeyên talûke li cem xwe hiştine û destguherandine” 18 sal û 4 meh cezayê hefsê li Ataman hate birîn. AYM’ê ku di demên berê de ji bo Hediye Ataman biryara binpêkirinê mafê jiyanê dabû, îcar jî ji bo hevjînê wê Ahmet Ataman biryara binpêkirina maf da.    DI BIN ÇAVAN DE HATE ÎŞKENCEKIRIN    AYM’ê, destnîşan kir ku Ataman di bin çavan de hatiye îşkencekirin û wiha got: “Heke di bedena kesên di bin kontrolê de birîn hatibin tespîtkirin û îdiayên miameleya xerab hebe, berpirsyartiya saziyên îdarî û darazê yên dewletê ye ku sedemeke maqûl a van birînan vebêje. Dema li pêvajoya serlêdanê ya şênber tê nihêrtin, di dema serlêdêr di bin kontrola hêzên ewlekariyê de rapora tibbî hatiye amadekirin û di vê raporê de tê gotin ku beşa ser a serlêder jî di nav de, rûçikandin, ekîmoz, birîn û werimîn hatiye tespîtkirin û ev birîn weke şopên derb û tundiyê hatine nirxandin.”    ÎDIAYA KU POLÎS BIRÎNDAR BÛNE VALA DERKET   AYM’ê, bal kişand ser girteka cihê bûyerê û got ku ji hêla polîsan ve hatiye amadekirin û îdiaya ku polîs birîndar bûne rast nîne û wiha domand: “Li gorî tespîtên tibbî yên behsa xeberê; serlêdêr di îfadeya xwe ya piştî girtina xwe de giliyê derb û tundiyê nekiriye. Tê gotin ku dema polîsan li dijî mala wî operasyon li dar xistin serlêder reviyaye û hêzên ewlekariyê zor bi kar anîne û di encama derb û tundiyê de ev birîn çêbûne. Her wiha hatiye diyarkirin ku di pêvajoya lêpirsînê de rapora bijîşkan hatiye amadekirin û tu xisûsên îşkence û birîndarkirina bi qesdî nehatine tespîtkirin. Îfadeya serlêder a ku dibêje di dema operasyonê de ketiye ser şivikên hesin a ji hêla polîsan ve bi tu delîlên din nehatiye destekkirin, di girteka ji hêla wan bi xwe ve de jî cih negirtî, di raporên bijîşkan de cih negirtî ji hêla biryara serdozgeriyê û meqamên îtîrazê ve nehatiye nirxandin.”    ‘HEWCEHÎ BI ÎZAHETA ÎFADEYÊN POLÎSAN HEY’    AYM’ê, destnîşan kir ku pêdivî bi îzaheta îfadeya polîsan a “dema ji cihê bûyerê direviya hate girtin” a ji bo şopên îşkenceyê ya li ser laşê Ataman anîbûn ziman heye û wiha domand: “…Serlêdêr dibêje ku piştî girtinê û operasyona li dijî mala wî, îfadeyê wî bi darê zext û zorê hatiye girtin. Deverên çav û eniyê jî di nav de, şopên derb û tundiyê li ser laşê serlêder hene û polîs dibêjin ku dema ji bin çavdêriya wan direviya û hatiye girtin çêbûne. Lê tu îzaheta vê îfadeyê nîne. Pir eşkere tê dîtin ku girtek, belge, îfadeyên şahidan û tu delîlên din ên sedema şopên derb û tundiyê yên bi rapora bijîşk jî hatine tespîtkirin di dosyaya lêpirsînê de cih negirtine. Tevî ku di rapora bijîşk de derb û tundiya hatiye kirin bi eşkereyî hatiye vegotin jî, meqamên lêpirsînê ji bo vê derb û tundiyê tu sedemeke têrker nîşan nedane. Weke encam, Dadgeha Destûr Bingehîn di çarçoveya daneyên li ber dest de gihişt wê qenaetê ku qedexeya miameleya xerab hatiye binpêkirin. Dema li wesfa birîndariya serlêdêr û mercên bûyerê tê nihêrtin, birîndarkirina serlêdêr ne li gorî heysiyeta însan e.”   BIRYARA BINPÊKIRINÊ HATE DAYÎN    Bi domdarî AYM’ê da zanîn ku dozgeriyê têkildarî serlêdana ji bo îşkenceyê ya di dema pêvajoya lêpirsînê de biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” daye û vê yekê jî derheqê dosyayê de gumaneke mafdar afirandiye. Biryara AYM’ê wiha didome: “Di heman demê de tevî ku ji bo hêmayên şênber ên mudaxileya fîzîkî jî, bêyî ku têkildarî birînên li ser laşê serlêdêr nirxandineke maqûl were kirin, weke ku tu mudaxileyên fîzîkî nehatibin kirin ev pêvajo hatiye bidawîkirin. Di lêpirsînê de ji bo derxistina rastiya madî divê hemû şert û merc bihatina bicihanîn lê ev rêgez hatine binpêkirin. Di vê çarçoveyê de qedexeya miameleya ne li gorî heysiyeta mirovan hatiye binbpêkirin.”   AYM’ê biryar da ku ji bo Ataman tazmînat were dayîn.    ÇI BÛBÛ?   * Li Taxa Çelebîbagê ya Erdîş a Wanê, di 18'ê Mijdara 2016'an de saet di 2'yê şevê de polîs û eskeran avêtibû ser mala Ahmet Ataman. Polîs û eskeran agir bera xanî dabû. Di şewatê de hevjîna Ataman Hediye Ataman jiyana xwe ji dest dabû. A din a rojê çapemeniya nêzî hikûmetê nûçeyên wekî "Li Wanê pevçûn, PKK'yiyek hat kuştin', 'Ji ber guh neda îxtara polîsan pevçûn qewimî' serwî kiribûn. Ataman tevî xizmên xwe Halît Aaman, Omer Ataman, Suphî Ataman û Kamûran Yîgît alîakriya hevjîna xwe bike, lê polîs û eskeran li wan dabûn û ew binçav kiribûn. Piştre jî hatin girtin.    * Şahidên bûyerê jî diyar kiribûn ku serê sibehê bi kemçeyan cenazeyê şewitî yê Atamanê ji malê hatiye derxistin, wekî dihat gotin li malê tu endamên rêxistinê tune bûn, Hediye Ataman 17 sal bûn zewicî bû û li malê tu pevçûn derneketine.    * Parêzerên Malbata Ataman Esra Akgun û Mahmût Kaçan bi sedema “mafê jiyanê hatiye binpêkirin” serlêdan kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê jî lêpirsîna xwe di nava 2 hefteyan de temam kir û biryara neşopandinê da. Serdozgeriyê, îdia kir ku li mala Ataman lê hatiye qetilkirin “endamên rêxistinê” hebûn, di navbera wan û polîsan de pevçûn derketiye û tu qisûrên polîsan nînin.    * Li ser biryarê parêzerên malbata Ataman di 6’ê Adara 2019’an de serî li Dadgeha Destûr Bingehîn dan.    * AYM’ê diyar kir ku Hediye Ataman li mala xwe ya ji hêla polîsan ve hatiye şewitandin de jiyana xwe ji dest daye û mafê wê yê jiyanê hatiye binpêkirin.    * Di danişîna doza hevjînê Hediye Ataman ê girtî Ahmet Ataman ku di 9’ê nîsana 2018’an de hat lidarxistin de bi giştî 18 sal û 4 meh cezayê hefsê hate dayîn. Parêzerên li dijî cezayê hatiye dayîn li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê ya Erziromê îtîraz kir lê ji hêla 6’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Erziromê ve hate redkirin.    * Piştî biryara Daîreya Cezayan a Herêmê, parêzeran dosya bir Dadgeha Bilind. 16’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind biryar da ku Ataman bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” bi cezayê muebbeta giran were cezakirin û biryara darizandinê da. Ataman jinûve hate darizandin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Parêzeran dosya birin AYM’ê.