Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin bi hezaran kes winda bûn 2023-09-12 11:52:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ji ber lehiya li Lîbyayê rabû jiyana xwe ji dest dan ji 2 hezar kesan derbas kir.    Di lehiya li bajarê Derne yê Lîbyayê rabû de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibin. Hate aşkerekirin ku hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane ji 2 hezarî derbas bûye.    Wezîrê Karên Hundir ê hikumeta li rojhilatê Lîbyayê Îsam Ebû Zerîbe gotibû ku li bajarê Derneyê cenazeyê zêdetirî hezar û 500 kesan hate dîtin û hejmara kesên winda bûne jî bûne 7 hezar.