Rojnameger Guldem kirin hedef: Dê giliyê gef û heqaretan bê kirin 2023-09-12 13:40:41   AMED - Dê giliyê endamên HUDA PAR û AKP’ê ku rojnamevan Bîlal Guldem kirin hedef bê kirin.   Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Guldem piştî ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtalê vîdeoyeke têkildarî zarokên di bin navê “aktîvîteya nimêjê” de tên îstîsmarkirin hatiye kişandin, parve kir, ji aliyê yek ji hevkarê AKP’ê HUDA-PAR’ê ve hedef hate nîşandan. Endamê Baroya Amedê Bîlal Çakîr li ser videoya ku bêşîrove hate parvekirin, Guldem hedef nîşan da. Piştî hedefnîşandanê  HUDA PAR’î û AKP’î li ser dîmenê gef li Guldem xwarin, heqaret kirin û tehdît kirin. Li ser hinek hesaban navnîşana Guldem û derbarê dosyeya jê beraet kiriye de hin girtek hatin parvekirin.   RSF'Ê ŞERMEZAR KIR   Gelek rojnamevan û rêxistinên rojnamevanan piştî hedefnîşandan û gilîyên li dijî Guldem peyamên piştgiriyê parve kirin. Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di parvekirina xwe de wiha got: “Ji RSF’ê Erol Onderlioglû: Li #Batmanê dîmana zarokên ji bo nimêjê derxistina ser rê ji bo ewlehiya can têxe talûkeyê kirina amûr em bi matmayînê pêşwazî dikin. Heke yê ku vê tiştê dike parêzer be ev rewş girantir e. Em şermezar dikin.”   DFG: GULDEM NE BI TENÊ YE   Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî mijarê daxuyanî da. Di daxuyaniya ji aliyê DFG’ê ve hate dayîn de wiha hate gotin: “Êrişên li ser rojnamevanan ên li welat çi ji aliyê hikumetê ve çi jî ji aliyên ku hikumet wan xwedî dike ve bi dawî nabin. Rojnamevanên li aliyekê ji ber nûçeyên çêdikin rastî zexta darazê tên li aliyê din rastî êrişa hin derdoran tên. Hevalên me yên rojnamevan ku yekane peywîra we ew e ku tiştên li welat diqewimin bi rengekî fesîh vediguhêzin rojeva raya giştî, hedef tên nîşandan û tê xwestin bên bêdengkirin.”   DFG’ê bal kişand ku piştî Guldem vîdeo parve kir hedef hate nîşandan û ev tişt gotin: “Rojnamevanek helbet ji ber pîşeya xwe ji rexneyan re vekirî ye. Heta nûçeyên ku çêkiriye û nivîsên ku wî nivîsandiye jî mirov dikare rexne bike. Lê belê hewldana êrîş û lîncê ku eşkere ji aliyê derdorên tên zanîn ve tê organîzekirin, ne tiştekî bê qebûlkirin e. Bi taybetî dema bermahiyên Hizbîl-kontra ya weke alîgirê dewletê tê zanîn û di salên 90’î de li herêma me di bin navê olî de komkujî pêk anîn û piştevanên wan di nav kar de bin rewş cidîtir dibe. Ewqas ku ji mînakên dîroka xwe ya nêz dizanin ku ev rewş heta qetilkirina rojnamevanan çûye.    Ji ber vê yekê em êrişên li dijî hevalê xwe Bîlal Guldem bi awayekî tund şermezar dikin. Bila ev çete jî bizanin ku Bîlal Guldem ne bi tenê ye. Em di her şert û mercan de xwedî li hevalê xwe derdikevin û diyar dikin ku êrişên lê tên kirin û gefên lê tên xwarin qebûl nakin. Her wiha em bang li hemû hempîşeyên xwe, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî meylên bi vî rengî bi awayekî hevpar tevbigerin û rojnamevanan biparêzin.”   DÊ GILÎ BÊ KIRIN    Parêzerên Guldem, dê bikarhinerên medyaya dîjîtal ên gef li muwekîlê wan xwarine gilî bikin.    'NAYÊ QEBÛLKIRIN'    Basin-Îş a girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal bo Guldem daxuyanî da û got: "Em her cure êriş û tehdîtên li dijî hevalê me yê rojnamevan Bîlal Guldem nas dikin. Rêbazên hêzên tarî yên salên 1990'î û tehdîtkirina hevalê me yê rojnamevan nayê qebûlkirin."