'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe’ 2023-09-12 15:18:36   MÊRSÎN - Serokê TUAY-DER’a Çukurovayê Ergîn Altuntaş diyar kir ku zextên di demên dawî de li ser girtîgehan zêde dibin eleqeya xwe bi tecrîdê re heye û wiha got: “Tekane rêya aştiya civakî û berfirehkirina qadên demokrasî û azadiyê bidawîkirina tecrîda lii ser birêz Ocalan e.”    Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê re (Çukurova TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê têkildarî binpekirinên li girtîgehan daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya Çukurova TUAY-DER’ê hate xwendin. Li eywana daxuyaniyê pankarta bi kurdî û tirkî ya “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye, girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatibû daliqandin. Daxuyanî ji hêla Serokê Çukurova TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş ve hate xwendin. Altuntaş got ku li tevahiya girtîgehan îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk li girtiyan tê kirin û destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan bi awayekî vekirî qanûnan binpê dikin.    ‘MALA ÎŞKENCEYÊ’    Bi domdarî Altuntaş got ku hema hema her roj bi dehan agahiyên îşkence û miameleya xerab bo wan tên û wiha pê de çû: “Heke gotin di cih de be girtîgehên Tirkiyeyê veguherandine malên îşkence û mirinê. Tevî ku ewlekariya can a girtiyan bi qanûnan hatiye mîsogerkirin jî bi mirin û îşkenceya sîstematîk rû bi rû dimînin.”   ‘POLÎTÎKAYÊN BÊZARKIRINÊ’   Di berdewamê de Altuntaş bal kişand ser îşkenceya li Girtîgeha Tîpa L a Panosê li girtiyên siyasî yên jin hatiye kirin û wiha derbirî: “Di dema hejmartinê de gardiyanên mêr tên qawîşê û girtî jî îtîraz dikni. Xwestin bi dozger re hevdîtinê bikin lê ev daxwaza wan hate redkirin. Piştre jî nêzî çil gardiyan û cendirme ketin qawîşê û nêzî çil deqeyan îşkence li Mizgîn Kayitbey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer kirin. Heta ku îktîdara AKP-MHP’ê van sepanên xwe yên faşîst ên li dijî rûmeta mirovahiyê bi dawî dikin û berpirsyarên wan didarizînin, berpirsyarên sereke yên van sepanan in. Ev yek nîşan dide ku binpêkirinên mafan, îşkence û polîtîkayên bêzarkirinê yên li girtîgehan di çarçoveya konseptekê de tên meşandin.”    ‘ELEQEYA XWE BI TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ RE HEYE’    Altuntaş, axaftina xwe wiha qedand: “Zextên li girtîgehan eleqeya xwe bi tecrîda li ser Îmraliyê heye. Tekane rêya aştiya civakî û berfirehkirina qadên demokrasî û azadiyê bidawîkirina tecrîda lii ser birêz Ocalan e.  Lewma banga me ew e ku di serî de pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, êriş, binpêkirinên mafan û polîtîkayên bêzarkirinê yên li hemû girtîgehan bên bidawîkirin. Di vê çarçoveyê de banga me ji bo hemû parastvanên mafên mirovan û rêxistinên girseyî yên demokratîk ew e ku li dijî polîtîkayên tecrîd, zext û îşkenceyê dengê xwe derxînin.”