Giliyê kesên ku gef li rojnamevan Guldem xwarin hat kirin 2023-09-12 16:19:24 AMED - Der barê 18 kesên li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal gef li rojnamevan Bîlal Guldem xwarin gilî hat kirin.    Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Guldem li ser hesaba xwe ya medya sanal dîmenên zarokên ku di bin navê “çalakiya nimêjê” de li Êlihê dihatin îstîsmarkirin parve kir, endam û rêveberên HUDA-PAR'ê û kesên nêzî AKP’ê wî kirin hedef. Bikarhenêrên twitterê gef li Guldem xwarin û heqaret lê kirin. Der barê 18 kesên ku li ser hesabên xwe gef li rojnamevan Guldem xwarin li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê wan hat kirin. Gilî bi hinceta “Biçûkxistin, gef, kîndarkirin û sorkirina gel" hat kirin.    Navê hesabên ku hatine gilîkirin wiha ne: “@shakErd84938602, @ErsnEtzz, @ EST61eko, @AvBilalCakir, @Mehmetmanaz6, @malavciyim, @Omerrfarukgokce, @Polat_afat, @lanist007, @GzellikKralies3, @ozgurpetek72, @omovalex, @PrangalarKoptu, @ Zeynneb007, @dobrinalidexter, @Omerrfarukgokce, @ebu_psiko ve @omr_7221"