Cerdevanê 2 kes kuştibû hate girtin 2023-09-12 16:23:38   AGIRÎ - Cerdevanê bi navê Metîn Tunç ku li Panosê hevjîn û bûrayê xwe kuştibû hate binçavkirin.    Cerdevanê bi navê Metîn Tunç (27) li gundê Qela Qulî ya navçeya Panos a Agiriyê êrişî hevjîna xwe Bîrsen Tunç (24) û birayê wê Fecrî Tunç (32) kir û her du jî kuştin. Di êrişê de her wiha xizmên qurbaniyan Hatûn Tunç û Nûriye Tunç jî bi giranî birîndar kir. Faîl Tunç piştî bûyerê reviya û îro ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin.