Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahid hatibû girtin tehliye bû 2023-09-12 16:43:50   AMED - Hîlal Ada ya ku li ser beyanên şahidê navê wî eşkere Umît Akbiyik hatibû girtin, di danişîna ewil a dozê de hat berdan.    Kesê bi navê Umît Akbiyik li ser gelek rojnamevan, hiqûqzan, hunermend, siyasetmedar û welatiyan îfadeyên eşkere ango bi navê xwe yê vekirî gilî kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya beyanên Akbiyik de 25’ê nîsanê li 21 bajaran operasyon li dar xist û derbarê 216 kesan de biryara binçavkirinê derxistibû. Di çarçoveya lêpirsînê de xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hîlal Ada hatibû girtin. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê Ada de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza Ada li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    BÊYÎ KU JÊ RE BÊ GOTIN HAT ÎFADE DA    Hîlal Ada û parêzerê wê Yûnûs Muratakan di danişînê de amade bûn. Umît Akbiyik ê ku şahidiya eşkere kiribû jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê hat kirin. Akbiyik îdia kir ku têkildarî danişînê tu teblîgat bo wî nehatiye kirin û ew li ser pergala e-devletê dîroka danişînê hîn bûye û li ser xwesteka xwe çûye Dadgeha Kastamonuyê û şahidiyê ji danişînê re kiriye.    BEYANÊN AKBIYIK DI DOSYEYÊ DE NÎN IN!   Di danişînê de derket holê ku beyanên Akbiyik hilnedane dosyeyê. Dadger di danişînê de beyanên Akbiyik ji Ada pirsî û got wê bi temamî xebatek rewa û legal kiriye. Ada da zanîn ku ew beyanên Akbiyik red dike û ew li HDP’ê tenê xebatkar bûye.    BERSIV NEDA PIRSÊN PARÊZER    Parêzer Yûnûs Mûratakan pirs ji Akbiyik kirin lê pirsên parêzer bêbersiv hişt.    Dîsa Hîlal Ada axivî û diyar kir ku ew beyanên Akbiyik red dike û xwest dema dirêj a girtina wê li ber çavan bê girtin û bê berdan.    Dozger xwest daxwaza berdanê ya Ada were redkirin.    BIRYARA BERDANÊ   Dîsa parêzer Muratakan parastina miwekîla xwe kir û xwest bê berdan. Paşê dadger bi şertê tedbîrên kontrola edlî biryara berdana Ada da û danişînê taloqî 12’ê kanûnê kir.