TUAY-DER: Îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derket 2023-09-12 16:55:09   AMED - Rêveberê TUAY-DER’ê Mehmet Uzel diyar kir ku îktîdar xwedî li mîrateya Esat Oktay derketiye û wiha got: “Banga me li hemû parastvanên mafên mirovan ew e ku li dijî tecrîd, zext û îşkenceya li girtîgehan dengê xwe derxînin.”    Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) têkildarî binpêkirinên li girtîgehan li navçeya Farqîn a Amedê daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate dayîn û nûnerên partiyên siyasî û malbatên girtiyan tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Îşkence, mezintirîn sûcê li dijî mirovahiyê ye. Sepanên îşkenceyê yên li girtîgehan bi dawî bikin” hatibû vekirin.    ‘ÎKTÎDAR XWEDÎ LI MÎRATEYA ESAT OKTAY DERKET’   Ji rêveberên TUAY-DER’ê Mehmet Uzel got ku hikûmeta AKP’ê polîtîkayên faşîzma 12’ê Îlonê dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Îktîdara ku xwedî li mîrateya Esat Oktay derketiye hewl dide li ser girtîgehan civakê dîzayn bike. Êrişên xwe yên li dijî girtiyên siyasî didomîne. Li girtîgehan îşkenceyên fîzîkî û psîkolojîk tên ên kirin û sepanên rûmeta mirovan binpê dikin di meriyetê de ne. Binpêkirin, îşkence, zext û polîtîkayên li girtîgehan di çarçoveya konseptekê de tên kirin.”    ‘BINPÊKIRINAN ELEQEYA XWE BI TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ RE HENE’    Uzel, destnîşan kir ku binpêkirinên li girtîgehan eleqeya xwe bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hene û axaftina xwe wiha qedand: “Weke ku tê zanîn, pîvanên hiqûqa neteweyî û navneteweyî tune tên hesibandin û ev 25 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîd û îzolasyonê de ye. Nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û hemû mafên agahîgirtinê hatine astengkirin. İsrara îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê ya di şer û tecrîdê de, mezintirîn astengiya li pêşiya aştiya civakî ye. Tekane rêya aştiya civakî û berfirehkirina qadên demokrasî û azadiyê bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan e.  Lewma banga me ew e ku di serî de pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, êriş, binpêkirinên mafan û polîtîkayên bêzarkirinê yên li hemû girtîgehan bên bidawîkirin. Di vê çarçoveyê de banga me ji bo hemû parastvanên mafên mirovan û rêxistinên girseyî yên demokratîk ew e ku li dijî polîtîkayên tecrîd, zext û îşkenceyê dengê xwe derxînin.”