Barzanî xwest Biden bi hawariya wan de bê 2023-09-12 23:39:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Malpera Al-Monitor nameya Mesrûr Barzanî ku ji bo Serokê Amerîkayê nivîsiye belav kr. Hat zanîn ku Barzanî di nameyê de ji Biden xwestiye berî ku pirsgirêk kûrtir bibe bi awayekî lezgîn destwerdanê li pirsgirêkên di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de bike.   Li gorî nûçeya malpera Al-Monitor, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nameya xwe de bang li Serokê Amerîkayê Joe Biden kir ku destwerdana krîza navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. Barzanî dibêje ku eger qeyran û pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de kûrtir bibe wê bibe sedema rûxana statuya Herêma Kurdistanê.   Barzanî di nameyê de wiha nivîsiye: “Ez niha vê nameyê ji we re dinivîsim ku dîsa di demek diyarker û çarenûsaz  ya dîroka me de, di rewşek wisa de ku ez ditirsim em nekarîn kontrol bikin, ji we re dinivîsim. Di aliyê aborî de xwîn ji me diçe. Di aliyê siyasî de jî vaye xwîn di laşê me de xilas dibe. Yekem careke ku di dema serokwezîrtiya xwe de ez ketime nava fikarên kûr ku pêvajo û hemleyeke neşerefetmendane li dijî me birêve diçe. Dibe ku bibe sedema rûxana modela federal ya Iraqê ku Amerîkayê sala 2003’yê sponsoriya wê kir û ji wê demê ve li pişt vê modelê rawestiya ye.”   Her wiha malpera Al-Monitor diyar kir ku Wezareta Derve ya Amerîka ne amadeye bersiva nameya Mesrûr Barzanî bide û Koşka Spî jî ew name bêbersiv hiştiye.