ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2023'YAN 2023-09-13 09:00:16   * Dayikên Aştiyê yên herêma Botanê bertek nîşanî piştî 8 salan a radestkirina kincên şewitî yên keça Taybet Înan, Heznî Înan dan û gotin: “Me heman êşê hîs kir. Ev bêexleqî ye, bêwîjdanî û bêedeletî ye."    * Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê diyar kirin ku rojnamevan Abdûrrahman Gok û Mehmet Şah Orûç ji ber beyanên derewîn hatine girtin û ji bo danişîna dozê ku dê di 14'ê Îlonê de bê lidarxistin, bang kirin.    * Li girtiyên ku dibin Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê, muayeneya bi awayekî kelemçekirî tê ferzkirin.    * Îdareya girtîgehê pirtûkên Rizgar Tûrhan ên bi navê "Dilopek Ji Ava Jînê" û "Cangoriyên Mişarê" nedan wî.   * CHP'ê ji bo TSK'ê gotibû "bîbika çavê me ye." Leşkerê berê Yannîs Vasîlîs Yaylali ku bertek nîşanî vê da û sûcên TSK'ê yên ew bi cwe bûye şahidên wan vegot.    * Mecbûre Yavûz a 71 salî ku birayê wê di girtîgehê de ye, bal kişand ser girtiyên ku sewqî girtîgehên gelekî dûrî malbatên wan tên kirin û got: "Berê bimirim dixwazim birayê xwe bibînim."    * Pirtûka Bermal Çem a bi navê "Çemê Stranan" derket. Çem bi gotina, “Bila gerdûn bê stran nemîne û her berbangê bi lêgerîna heqîqeta notaya azadiyê we hembêz bike” dest bi pirtûkê dike.    * Parêzer Sezîn Uçar ku di bin çavan de hate derbkirin, ji ber çûna serdana miwekîlê xwe, bi bîr xistina mafê dengnekirinê û hevdîtinên bi kesên “qeyda wan a sûc hene” hate sûcdarkirin.    * Berdana girtiyê nexweşê epîlepsiyê Mehmet Huseyîn Oz 4 caran 3 mehan hate taloqkirin. Parêzer Bulent Dûran, anî ziman ku Oz carna rojê 7 caran ji ser hişê xwe diçe û xetereya wî ya jiyanî heye û xwest bêhiqûqî bi dawî bibe.   * Danişîna 32’yemîn a Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza derbarê Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (11.00)   * Danişîna 4’emîn a doza girtinê ya derbarê Komeleya Platforma Em ê Pêşiyê li Cînayetên Jinan Bigirin hatiye vekirin dê li Edliyeya Stenbolê bê lidarxistin. (11.00)   * Danişîna doza bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û “Mûxalefeta li dijî qanûnê” derbarê 19 parêzerên xwestibûn kesên di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê û Komkujiya Garê ya Enqereyê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn hate vekirin dê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.10)   * Çûkûrova TUAY-DER’ê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin dê li Parka Înonuyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Aktîvîstên TJA’yê îşkenceya li dijî jinan a li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dê li ber girtîgehê şermezar bikin. (16.00)