'Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim' 2023-09-13 09:12:33   ÎZMÎR - Mecbûre Yavûz a 71 salî ku birayê wê di girtîgehê de ye, bal kişand ser girtiyên ku sewqî girtîgehên gelekî dûrî malbatên wan tên kirin û got: "Berî bimirim dixwazim birayê xwe bibînim."    Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li girtiyan didomin. Girtî sewqî girtîgehên gelekî dûrî malbatên wan tên kirin. Ev yek hem bandorê li girtiyan hem jî li malbatên wan dike. Gelek xizmên girtiyan ên ji bo hevdîtinê diçin van girtîgehên dûr jî hem di rêyan de hem jî di ketin û derketina girtîgehê de bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Di 18'ê tebaxê de Garîbe Aslan gava çû Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa T'yê cem kurê xwe, di vegerê de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha di 21'ê tebaxê de jî malbat Fecriye Benekê ya di Girtîgeha Baybûrt a Tîpa M'yê de gava ji bo hevdîtinê çû girtîgehê li Meletiyê qeza kir û birîndar bû.    4 SAL IN HEVJÎNÊ XWE NEDÎTIYE   Behiye Tanhan ku hevjînê wê Cemal Tanhan (68) ji sala 1993'yan ve girtiye û 10 sal in di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de ye, anî ziman ku ji be rnexweşîna xwe 4 sal in hevjînê xwe nedîtiye. Tanhan bibîr xist ku hevjînê wê 30 sal in girtiye û got ku ji ber nexweşiya xwe nikare biçe girtîgehê. Tanhanê anî ziman ku ji bo hevjînê wê sewqî girtîgeheke nêzî wan bê kirin gelek caran serlêdan kirine, lê belê serlêdanên wan esas nehatine girtin û got: "Hindik ma hevjînê min ji girtîgehê derkeve. Lê em bi salan e vê eziyetê dikişînin. Bila girtî di girtîgehên nêzî malbatên xwe de bin."    Keça wî Ayşe Tanhan jî anî ziman ku gava ji bo hevdîtinê diçin gelek zehmetiyan dikişînin û got: "Bi taybetî girtiyên siyasî dibin herêmên bejahiyî û dûr. Me gelek ji van mesafeyan kişandiye."    ‘ARMANÇ TENÊHIŞTIN E'   Cengîz Ûlûsan birayê Mahmût Ûlûsan ê di sala 1994'an de hatiye girtin û 10 meh berê ji Girtîgeha Kandira ya Kocaelî ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê sewqî Girtîgeha Ereglî ya Konya ya Tîpa T'yê hat kirin jî diyar kir ku di çûnhatinê de zehmetiyê dikişînin û got ku ew car carinan serdana birayê xwe dike, lê ferdên din ên malbatê ji be rnexweşînên xwe nikarin ji bo hevdîtinê biçin girtîgehê.    ‘BERÎ BIMIRIM DIXWAZIM BIRAYÊ XWE BIBÎNIM'   Mecbûra Yavûz (71) ku birayê wê Sûat Dûman (52) 29 sal in girtiye û di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de ye jî anî ziman ku ji ber temenê xwe û nexweşînên xwe nikare biçe girtîgehê. Yavûz der barê mijarê de nêrîna xwe wiha anî ziman: "Ez nexweş im, di diyalîzê de me. Ez heftê 2-3 rojan diçim diyalîzê. Ji xeynî vê enxweşîna qelb, şekir û tansiyonê jî bi min re heye. Ez pir dixwazim birayê xwe bibînim. Ez extiyar im, qet nebe berî bimirim hema carekê be jî dixwazim birayê xwe bibînim. Lê ez nikarim. Ez di nava hefetyê de diçim nexweşxaneyê, û dawiya hefteyê jî hevdîtin tune ye. Ji bo wî bînin girtîgeheke nêzî me, me pir daxwazname dan, lê ew neanîn. Gava mirov diçe cihê dûr qeza çêdibin û mirov dimirin. Ger wî bînin girtîgeheke nêzî me, ez bi tena serê xwe karibim biçim cem wî, lê ji ber ku li dûr e ez nikarim biçim."    MA / Delal Akyuz