Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand 2023-09-13 09:57:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber texmîna barîna barana zêde ji bo 10 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî weşand.   Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 10 bajarên bakurê Kurdistanê bi koda zer hişyariyek weşand. Li gorî vê; tê texmînkirin ku li bajarên Wan, Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Bedlîs, Mûş, Agirî û Îdirê baraneke zêde bibare. Midûriyetê got ku dibe ji nişka ve lehî rabin, gijlok bibare, bahoz rabin û di trafîkê de pirsgirêk derkevin û xwest ku gel tevdîrên pêwîst bigire.