Berdana girtiyê nexweşê giran Oz cara 4’emîn hate taloqkirin 2023-09-13 10:09:29   AMED - Berdana girtiyê nexweşê epîlepsiyê Mehmet Huseyîn Oz 4 caran 3 mehan hate taloqkirin. Parêzer Bulent Dûran, anî ziman ku Oz carna rojê 7 caran ji ser hişê xwe diçe û xetereya wî ya jiyanî heye û xwest bêhiqûqî bi dawî bibe.   Bangên li ser berdana girtiyên nexweş tên kirin bê bersiv dimînin. Girtiyên ku mafê wan ê berdana bi şert hene jî bi pêkanînên keyfî li girtîgehê tên ragirtin. Herî dawî tevî banga hiqûqnasan û malbata wî, girtiyê nexweş Şakîr Tûran di 30’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest dan. Yek ji girtiyên nexweş ên neyê berdan jî Mehmet Huseyîn Oz ê 34 salî ye.    Oz ê di 17’ê adara 2018’an de li Taxa Beydîllî ya navçeya navendî ya Şahînbey a Dîlokê hate binçavkirin, di 26’ê adarê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Oz ê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê wî de doz hate vekirin, di 17’ê çileya 2019’an de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Nexweşiya epîlepsiyê ku Oz di girtîgehê de pê ket pêş ve diçe û bi nexweşiya gurçikan jî ket û di serê wî de kîst çêbûn. Berdana Oz ê cezayê lê hate birîn temam kir û di mijdara 2022’yan de “mafê berdana bişert” bi dest xist, ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve bi hinceta “poşmantî qebûl nekiriye” 4 caran 3 mehan hate taloqkirin.    CARA ÇARAN HATE TALOQKIRIN    Oz, bi rêya parêzerê xwe îtîrazî biryara taloqkirina berdana wî ya 3 mehan ku ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ve hate dayîn kir. 2’yemîn Dadgeha Înfazê ya Dîlokê îtîraza hatiye kirin bi hincetên lijneyê qebûl nekir. Herî dawî berdana Oz di 25’ê tebaxê de ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve 3 mehan hate taloqkirin.    ‘BERDANA WÎ TÊ ASTENGKIRIN’    Birayê Mehmet Huseyîn Oz, Serhat Oz diyar kir ku kekê wî nikare di girtîgehê de bimîne û xwest bê berdan. Oz ê got ku “Kekê min niha ne di rewşeke ku bikare di girtîgehê de bimîne” wiha axivî: “Ji ber qanûna poşmantiyê ya lê tê ferzkirin qebûl nekir nayê berdan. Me daxwazname dan. Me serî li ÎHD’ê da lê encamek bi dest nexist. Li gorî qanûnan divê kekê min bê berdan. Li niha di girtîgehê de ye û berdana wî tê taloqkirin.”   ‘EM DIXWAZIN BÊ BERDAN’    Oz, bal kişand ku girtiyên nexweş li girtîgehê tedawiyeke baş nabînin û wiha got: “Kekê min di girtîgehê de bi nexweşiya epilepsiyê û gurçikan ket. Niha di serê wî de kîst heye, tedawiya wî rast û dirûst nayê kirin. Ez dixwazim kekê min û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.”   ‘XESPA RAYEYÊ TÊ KIRIN’    Parêzerê Bulent Dûran Oz, anî ziman ku berdana Mehmet Huseyîn Oz çar caran hatiye taloqkirin û wiha got: “Berdana Oz, di mehên mijdar, adar, gulan û tebaxê de 4 caran 3 mehan hate dirêjkirin. Sedem ewil ê taloqkirina berdanê qanûna poşmantiyê ye. Sedemê duyemîn ê esas jî ew e ku biryarên lijneyê veguheriyê meqamên darazê û xespa rayeyê dikin. Lijne esas şandeyeke têkildarî çavdêriyê ye. Lê di demên dawî de biryarên lijneyan û biryarên dadgehên înfazê bûne yek. Bi xespa rayeyê dikevin şûna dadgehan û hewl didin biryarên nû bidin. Biryarên lijneyê mayîna wî ya bi mirovên ji heman sûcî tên darizandin re weke hincet tê nîşandan.”   ‘TIŞTÊN TÊN KIRIN SÎSTEMATÎK IN’    Dûran, bi lêv kir ku tiştên tên kirin sîstematîk in û wiha berdewam kir: “Ne tenê têkildarî Mehmet Huseyîn Oz di demên dawî de li her derê tê jiyîn. Li hemû girtîgehan îşkence û mûameleya nebaş heye û bi şertên kontrola edlî û sererastkirina qanûnan hin girtiyên din tên berdan lê bi taybetî berdana girtiyên siyasî bi biryarên lijneyan tê taloqkirin. Ev yek jî nîşaneya herî mezin nefretê û dijberiya hiqûqê ye.”   ‘DI ROJEKÊ DE 7 CARAN JI SER HIŞÊ XWE DIÇE’    Dûran, bal kişand ku îhtîmala Oz di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide zêde ye û ev tişt got: “Mehmet nexweşê epîlepsiyê ye û carna rojê 7 caran ji ser hişê xwe diçe. Li cihekî du qatî dimîne. Ez duh çûm pê re hevdîtin kir, ji min re got rojên derbasbûyî ji ser hişê xwe çûye û ketiye. Hevalekî wî yê li pişt tê wî digire, heke wî negirtibûya da patika wî bi derenceya bikeve û dikarî ji çûyîna xwînê ya li ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest bide. Carna li lavaboyê jî ji ser hişê xwe diçe û dikeve. Heke mudaxile neyê kirin dê jiyana xwe ji dest bide. Xetereyeke jiyanî ya wî ya giran heye. Min ev rewş ji îdareya girtîgehê re jî ragihand. Min ji wan re got heke sibê tiştek bi serê muwekîlê min were berpirsyar hûn in, divê bi demildest bê emeliyat kirin. Û divê bê tedawî kirin lê bi israr ev rewş tê paşguhkirin.”