Nexweşxaneyên Enqereyê tu çareserî ji bo girtiyê nexweş nedîtin! 2023-09-13 10:36:43 ENQERE - Girtiyê nexweş Gurbuz Topçu ji bo proteza çav anîn Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F a Sîncanê. Topçu birin sê nexweşxaneyên cuda yên Enqereyê lê tevekan jî bi hinceta “rewşa wî ji bo protezê guncav nîne” tedawî red kirin.    Girtiyê nexweş Gurbuz Topçu li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê dihat ragirtin û ji bo proteza çav sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê. Topçu, ji bo tedawiyê çû sê nexweşxaneyên cuda lê bêyî were tedawîkirin dîsa şandin girtîgehê. Topçu, ji bo proteza çav ji ewil çû Beşa Polîklînîka Çav a Nexweşxaneya Bajar a Etlîk a Enqereyê. Lê bi hinceta “rewşa wî ji bo protezê guncav nîne” nehat tedawîkirin û sewqî Nexweşxaneya Bajar a Bîlkentê ya Enqereyê. Li vir jî Topçu bi heman hincetê nehat tedawîkirin û herî dawî sewqî Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Enqereyê hate kirin. Lê fakûlteyê jî heman hincetê tedawîkirina Topçu qebûl nekir û şand Girtîgeha Sîncanê.    XISTIN HUCREYA YEKKESÎ   Li gorî agahiyên parêzeran dane, Topçu li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê hejmartina li ser pêyan qebûl nekir lewma xistine odeya yekkesî. Parêzeran, dan zanîn ku Topçu dixwaze dîsa vegere Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê lê ev daxwaza wî bi awayeke keyfî nayê qebûlkirin. Parêzeran got ku miwekîlê wan Topçu ji 3’yê tebaxê heta niha bi tena serê xwe derdikeve sihbeta û pirtûk jê re nayên dayîn.