Di doza Hevseroka DBP’a Amedê Gulmez de dê mutalaa were amadekirin 2023-09-13 14:50:51   AMED - Di danişîna doza Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez de biryar hate dayîn ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re bê şandin.    Derheqê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Seval Gulmez de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Gulmez û parêzerê wê Burhan Arta di danişînê de amade bûn.    Gulmez, di parastina xwe de diyar kir ku tawanbariyên tên kirin xebatên partiya siyasî ne.    Dozgeriya ku di rûniştina berê de ji bo amadekirina mutalaayê xwestibû di navbera rûniştinê de dosya jê re were şandin lê mutalaa amade nekiribû jî careke din ji bo amadekirina mutalaayê xwest dosya jê re were şandin.    Parêzerê Gulmez, Arta jî got ku dê parastina xwe piştî amadekirina mutalaayê bikin.    Dadgeha biryar da ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re were şandin û danişîna dozê taloqî 15’ê çileya 2024’an kir.