Ji ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan 2023-09-13 20:01:38       AGIRÎ- Parlementera Partiya Çepên a Şirnexê Newroz Ûysal ku di daxuyaniya li ber Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê de ya têkildarî jinên îşkence li wan hat kirin axivî, got: "Heya li vê axê tecrîd û îşkence bidome, dê azadî û hêvî neyê."    TUHAY-DER, MEBYA-DER, Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberiyên Partiya Çepên Kesk ên Agirî û Wanê, rêveberiyên Partiya Demokratîk a GElan (HDP) ên Agirî û Wanê û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî girtî Mizgîn Atabey, Lale Kabîşen û Nazlican Barişer ên di 31'ê Tebaxê de li Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê îşkence li wan hat kirin daxuyanî dan. Parlementerên partiya Çepên KEsk GUlcan Sayyîgît, Sirri Sakik, Heval Bozdag, Gulderen Varli, Zulkuf Ûçar, Mahmût Dîndar û Newroz Ûysal Aslan jî di nav de gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em rejîma tecrîdê, em îşkenceya sîstematîk a li hemberî jinan şermezar dikin" hat vekirin û tim dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Jin, jiyan, azadî", "Zindan dê ji faşîzmê re bibin goristan" û "Jin jiyan berxwedan" hatin berzkirin.    Parlementera Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Newroz Ûysal ku di daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Girtîgeha Panosê de axivî got:" Îro li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê zext û îşkenceyeke mezin heye. Her roj ji girtîgehan xebera şewitandina înfazê, îşkence û çewisandinê tên. Mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş tê astengkirin. Wekî hûn jî dizanin herî dawî Şakir Tûran jiyana xwe ji dest da. Bi sedan girtiyên nexweş nayên dermankirin. LI vê girtîgeha ku em niha li ber in, di 31'ê Tebaxê de 3 jin hatin îşkencekirin."    ‘HEYA TECRÎD HEBE DÊ AŞTÎ NEYÊ VÊ AXÊ'   Ûysalê bilêv kir ku lig irtîgehan pergaleke îşkenceyê ya sîstematîk tê birêvebirin û got: "Tişta hatiye kirin ne di hiqûqa neteweyî ne jî di ya navneteweyî de heye. Dixwazin vîna girtiyan teslîm bigirin. Pêkanînên 12'ê Îlonê îro li Îmraliyê, li Panosê û Sîncanê xwe didin der. Ger rêveberiya girtîgehê di gotinên xwe de samîmî be, divê hemû kesên tiltiya wan di vî sûcî de hebin ji kar bigire. DIvê hemû kesên tiliya wan di vî sûcî de ji kar bên dûrxistin."    Ûysalê destnîşan kir ku dê tecrîd û îşkenceyê qebûl nekin û got: "Em ê tecrîd û îşkenceya li hemû girtîgehan bişopînin. Heya li vê axê tecrîd û îşkence bidome, dê azadî û hêvî neyê."   Piştî Ûysalê Seyhan Atabey, dêya Mizgîn Atabey a îşkence lê hat kirin axivî. Dayik Atabeyê got: "Êdî bes e ji bê tecrîdê û van zextan re. Em vê qebûl nakin. Ez bang li cîhanê dikim nebin şirîkê vî sûcî."    Cevdet Kabîşen, birayê Lalel Kabîşen a îşkence lê hat kirin jî got: "Em vê îşkenceyê qebûl nakin, armanca vê îşkenceyê şikandina vîna girtiyan e."    Paşê girse bi berzkirina dirûşmeyên “Biji berxwadana zindana”, “Jin jiyan azadî”, “Biji berxwadana Îmraliyê" meşiya.