‘Dewlet deyndarê Dayikên Şemiyê ye' 2023-09-14 09:04:47 STENBOL - Xizma windakiriyan Îkbal Eren bilêv kir ku dewlet deyndarê Dayikên Aştiyê ye û got: "Mecbûr in aqûbeta windakiriyan me ji me re bibêjin û kiryarên wan darizînin."   Li Tirkiyeyê di navbera 1990-2000'î de di binçavan de windakirina mirovan bû polîtîkayeke dewletê. Di van salan de b hezaran kes bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin û windakirin. Ji ber vê xizmên windakiriyan û parêzvanên mafên mirovan cara ewil di 27'ê gulana 1995'an de roja Şemiyê bi daxwaza "Bila windakiriyên di binçavan de bi dawî bibin, bila aqûbeta windakiriyan bê eşkerekirin, bila berprisiyar bên dîtin û darizandin" li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê kirin. Ev çalakiya xizmên windakiriyan û parêzvanên mafên mirovan tevî hemû îşkence, zext û zoriyan jî 963 hefte ye didome.    Lê belê 23 hefte ye Qada Galatasarayê li ber Dayikên Şemiyê tê qedexekirin. Îkbal Eren, xwişka Hayrettîn Eren ê di 20'ê mijdara 1980'yî de di binçavan de hat windakirin, têkildarî biryara qedexekirina Qada Galatasarayê axivî.    TÊKOŞÎNEKE 43 SALAN   Eren, anî ziman ku 43 sal in li birayê xwe yê li Mdiûriyeta Polîsan a Gayrettepe ya Stenbolê hat windakirin digerin û got ku lê belê heya niha tu tişt ji lêgerînên wan û serlêdanên wan derneketiye. Eren, wiha domand: "Me dizanibû hatiye binçavkirin. Navê wî di lîsteya binçavkirinan de hebû, lê piştî lêpirsîn hat destpêkirin ew rûpela ku navê wî tê de bû tune bû. Birayê min û 5 hevalên xwe hatibûn binçavkirin. Tew wesayîta birayê min jî li ber midûriyeta polîsan bû. Wê demê me dibihîst ku li wir gelek kes tên kuştin. Paşê hevalên birayên min li dadgehê xwestin birayên min bibînin. Her tim ji me re gotin, 'ne li vir e, me ew binçav nekiriye.'"     ‘ME FÊM KIR KU NE BI TENÊ YE'   Eren, çalakiya li Qada Galatasarayê ya ji bo Hasan Ocak ê di 21'ê adara 1995'an de di binçavan de hat qetilkirin bibîr xist û wiha got: "Me bi wê çalakiyê fêm kir ku em ne bi tenê ne. Me bi vê çalakiyê fêm kir ku li welêt ev qas winda hene. Me wê gavê polîtîkaya dewletê fêm kir. Çalakiyên li qadê paşê bûn rojeva welêt."    NERIHETIYA DEWLETÊ   Bi domdarî Eren destnîşan kir ku çalakiyên xwe yên li qadê heya hefteya 700'emîn domandine û got ku piştî ku wezîrê karên navxweyî yê wê demê Suleyman Soylû ew kirine hedef çalakiyên wan hatine qedexekirin. Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji wê rojê heya niha qad li ber me hat qedexekirin. Ew qad ji bo me pir girîng bû. Qad ji bo em windakiriyên xwe jibîr nekin mekanekî bîrê ye, lê dewletê bi qedexekirina wi re hem xwest em dest ji windakiriyên xwe berdin hem jî xwest Dayikên Şemiyê bên jibîrkirin. Ji lew re me hesab ji dewletê dipirsî û dewlet ji ber vê nerihet dibû. Gelek dayikên me jiyana xwe ji dest dan. Me ne dayikên xwe ne jî windayên xwe jibîr nekiriye. Em ê dest jê bernedin. Em her tim li wir bin."      ‘DEWLET DEYNDARÊ ME YE'   Eren, bilêv kir ku çalakiyên dikin mafekî Destûra Bingehîn e û di çarçoveya van mafan de diçin qadê û wiha pê de çû: "Her cara li wir em binçav dikin sûcekî din dikin. Binçavkirina me ne xema min e. Belê, ez ji ber îşkenceyê nerihet dibim, lê yên vê dikin sûc dikin. Çi qasî asteng dikin bila bikin. Dewlet deyndarê min, dêya min û malbata min e. Mecbûr in aqûbeta windayên me ji me re bibêjin û kiryarên wan darizînin."    MA / Ergîn Çaglar