Emîne Şenyaşar emeliyat bû: Wê çalakiya min dewam bike 2023-09-14 10:35:59   ENQERE - Emîne Şenyaşar ji ber emeliyat bû navber da nobeda xwe. Şenyaşar got heke lawê wê girtî di danişîna 6’ê cotmehê de neyê berdan dê dîsa çalakiya xwe bidomîne.    Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du lawên wê ji aliyê endamên AKP’ê ve hatin qetilkirin û lawê wê Fadil Şenyaşar hat girtin, ji bo edalet di dozê de pêk were di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê çalakiya Nobeda Edaletê da destpêkirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar 846 roj li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê girtin. Malbatê piştî ewqas roj nobeda xwe veguhezandin ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê. Emîne Şenyaşar ji ber ku ji çongê xwe dê emeliyat bibe di roja 49’emîn a nobedê de neçar ma ku navber bide çalakiya xwe.    ‘EZ Ê NOBEDA XWE BIDOMÎNIM’    Şenyaşar a ji emeliyatê derket diyar kir ku piştî ew baş bibe dê Nobeda Edaletê bidomîne. Emîne Şenyaşar ku li bendê bû wê edalet ji bo wan pêk were gelek caran emeliyata xwe taloq kir û nobedê domand. Şenyaşar wiha got: “Bi salan ez li benda berdana lawê xwe me. Min digot piştî ew bê berdan ez ê emeliyat bibim. Lê belê me encamek erênî bi dest nexist û ji ber jana min zêde neçar bûm emeliyat bibim. Malbata min hemû qetil kirin. Dema min birin odeya emeliyatê tenê lawê min Ferît li gel min bû. Em ji bilî edaletê tiştek din naxwazin.”    Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku wê danişîna doza lawê Fadil jê tê darizandin di 6’ê cotmehê de li Dadgeha Meletiyê bê lidarxistin û got: “Me nêzî sê salan li ber Edliyeya Rihayê nobed girt. Paşê jî me nobeda xwe anî Enqereyê. Di nav pêvajoya nobedê de her cûre êriş û zilma derûnî û fizîkî li me kirin. Heta ku lawê min were berdan ez ê li ber Wezareta Dadê nobedê bigirim. Ez dixwazim li lawê min di vê danişînê de bê berdan. Heke lawê min neyê berdan wê çalakiya me bidome.”