‘Bi talankirina ekolojiyê armanc dikin Kurdistanê bêmirov bihêlin’ 2023-09-14 10:45:35 WAN - Ekolojîstên li Wanê xebatan dimeşînin, bal kişandin ku bi talankirina ekolojiyê dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin û anî ziman ku divê li dijî vê rewşê bêdengbûyîn nebe.    Talana ekolojiyê ya li erdnîgariya Kurdistanê di bin navê “ewlehiyê” de bi avakirina bendav, HES, maden û şewat û birîna daristanan didome. Li cihên di salên dawî de dar lê hatin birîn qereqol û kalekol lê tên avakirin. Ekolojîst Mesût Bor ê rewş nirxand diyar kir ku di 6 salên dawî de li Kurdistan û Tirkiyeyê talana ekolojîk gihiştiye asteke cidî. Bor, anî ziman ku hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê bi polîtîkayên cuda talana ekolojîk tê meşandin û destnîşan kir ku bi talana ekolojîk a li Kurdistanê dixwazin herêmê bêmirov bihêlin û li herêmên hatine talankirin qereqol û kalekol bên avakirin.    ‘ARMANC EW E KU KURDISTANÊ BÊMIROV BIHÊLIN’    Bor, bi lêv kir ku hemû Kurdistan û Tirkiyeyê bertek nîşanî talana li Akbelenê da, piştevaniyek derkete holê û wiha got: “Lê belê kesê li dijî talana ekolojîk a li Kurdistanê deng dernexist. Di vê mijarê de ne ji saziyên sivîl ên civakî ne jî ji cihên cuda dengek derneket. Ev tenê bi daristanan ne bisînor e. Bi taybetî zirareke  cidî dide avadaniya hîdrografîk jî. Yekana armanca vê ew e ku herêmê bêmirov bihêlin. Hûn vê dikarin çawa bikin ewilî bi qetilkirina xwezayê dikarin ya duyemîn yek ji taybetmendiya jîngehan av e, avadaniya hidrografik e dikarin vê ji holê rakin. Hûn bi talankirina vê daristanan tune dikin, ev der dibin çol û em bi ziwabûnê re rûbirû ne an ku armanca bingehîn ew e ku herêmê bê mirov bihêlin. Sedemeke din jî ew e ku bi zanebûn hafızaya kurdan ji holê radikin. Mînak bendan û kanên komirî yên li ser Çemê Zîlan hatine avakirin bi temamî ji bo hafizaya kurdan tune bikin û bibin sedem ku ji vê erdnîgariyê koç bikin. Li cem van jî armanc dikin ku nirxên çandî ji holê rakin. Mînaka herî girîng a vê Heskîf e.”   ‘BENDAV Û HES GOLA WANÊ TUNE DIKIN   Bor, anî izman ku bendav û HES’ên li Wan û derdora wê tên çêkirin texrîbateke mezin didin xwezayê û wiha berdewam kir: “Bendan û HES’an bi taybetî di nava çemên li Gola Wanê û derdora wê de rê li ber zirareke mezin vedike. Yek ji du baskên çeman ên tên golê Çemê Bendîmahiyê û Çemê Zîlanê mixabin di van çend salên dawî de bi bendav û ocaxên madenan bi ziwabûnê re rûbirû mane. Di hejmara masiyê Gola Wanê ku cureyekî endemîk e de kêmbûneke cidî heye. Gola Wanê jî her ku diçe ziwan dibe. Heke bergirî neyê girtin di nava 10 salan de wê masiyê Gola Wanê û zindiyên din tune bibin. Divê ne tenê gelê Kurdistanê, muxalîfên li Tirkiyeyê ku bi rastî hej xweza û welatê xwe dikin bertekê nîşanî vê yekê bidin. Heta ku bertek neyên nîşandan dê talankirina xwezayê bidome.”   ‘DIVÊ LI DIJÎ TALANKIRINÊ GEL HIŞYAR BIKIN’    Bor, diyar kir ku rêya herî bi bandor a li dijî talankirina xwezayê hişyarkirina gel û vegotina wê ev hilweşîn rê li ber çi veke û ev tişt got: “Divê piştevaniyê nîşan bidin û encax bi vî rengî em dikarin pêşî li vê hilweşînê bigirin. Krîza avhewayê ya kurewî yek pirsgirêka herî girîng a serdema fezayê ye. Yekane gêrestêrka ji mirovan re malovaniyê bike cîhan e. Dema em li temamê gerdûnê dinerin, nirxê tu madeyan qasî darekê nîne. Madeya înorganîk ku herî kêm li gerdûnê heye dar e. Ji ber vê yekê divê li dijî krîza avhewaya kurewî bêtir dar bên danîn. Ji ber ku heta dar nebin oksîjen nayê hilberandin.”   ‘QADEKE BI HEZARAN HEKTARAN PÊK TÊ HATE BIRÎN’     Serokê Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya Berhemên Dîrokî ya Wanê (Van ÇEV-DER) Alî Kalçik jî anî ziman ku ji ber avhewaya bejahî ya erdnîgariya Kurdistanê hebûneke daristanan a cidî nîn e. Kalçik, anî ziman ku ji ber avhewaya kurewî pirsgirêkeke cidî tê jiyîn û wiha got: “Ji bilî krîza avhewayê ya kurewî ku cîhan dijî, pirsgirêkên taybet ên Kurdistanê xwe bi xwe jî hene. Em pê dizanin li Kurdistanê têrî xwe daristina nîn in. Mînak li Wanê serê kesekê divê 15 metrekare daristan hebe lê belê ev qad tenê 0,75 santîmetrekare ye. Êdi zindî û mirov nikarin lê bijîn. Li Şax û Miksê daristan hene û dixwazin wan deran jî bêdaristan bihêlin. Mînak li Gundê Ferganîsê qereqolek tê çêkirin, ji ber qereqolê hezaran hektarên daristanê hate birîn. Qetlîmek bi vî hawî tê pêkanîn.”    ŞEWATÊN DARISTANAN   Dema em li tevahiya Kurdistanê dinêrin li Cûdî, Gabar, Herekol, Kato, Hîzan, Basta herwiha li gelek herêmên derî sînor ên herêmên Kurdistanê an tên şewitandin an jî dar têne birîn. Demeke dirêje li Cûdî û Gabarê dar têne birîn. Li her çar aliye Çiyayê Cîlo jî ji ber kanên madenan hatiye qûlqûlîkirin, darên wê hatine birîn, nahêlin şewatên hatine derxistin werin vemirandin. Li Kurdistanê daristan di bin navê ewlehiyê tên qirkirin. Qirkirina daran dê dawî li jiyana mirov û giyanan bîne. Ev yek ji bo kurdan bênefes bihêlin tên kirin. Qirkirina daran qirkirina giyanweran e. Divê dewlet dest ji van feraset û sepanên milîtarîst berde.”    DAR NÎN E, WEZARETA DARISTANÊ HEYE   Kalçik bal kişand nivîsa “Wezareta Daristanê” ya têketina navçeya Westana Wanê ku li wir yek dar jî tune ye û got: “Nakokiyeke wiha sosret heye. Armanca dewletê qedandina jiyana li vir e, bêmirov, ziwa, wekî çolê hiştin e. Aliyê dilsoj ê vê rewşê ew e ku hawîrdorparêz û ekolojîstên cîhanê bêdeng in. Li Akbelenê têkoşîneke micid heye, wek ÇEV-DER em jî tev li bûn. Lê belê dema ku Cûdî hate şewitandin piştgiriyeke xurt nehat avakirin. Du sedemên vê yekê hene; em li dijî vê yekê bêdeng û xemsar in. Ger me li gorî paradîgmaya ekolojîst tevgeriyabana, gelê me li dijî rewşê têbikoşiya dê ewqas texrîbat pêk nehata. Her dara ku tê birîn wekî birîna ji rihên mirovan in.”