Abdurrahman Gok nehat berdan: Ez li girtîgehê bim jî ez ê rojnamevaniyê berdewam bikim 2023-09-14 11:05:33 AMED - Rojnamevan Abdurrahman Gok ê ku nehat berdan di danişînê de diyar kir ku ew ji ber girtina wêneyê Kemal Kurkut tê darizandin û got: “Ez li girtîgehê bim ez li derve bim jî, ez ê her rojnamevaniyê bikim.”    Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Abdurrahman Gok di 25’ê nîsanê de di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û piştî çend rojan hatibû girtin. Derbarê Gok de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Rêxistinên pîşeyî yên rojnamevaniyê, malbata Gok, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî danişînê şopandin.    Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Gok di danişînê de axivî û got: “20 sal in ez rojnamevaniyê dikim. Ez rojnamevaniya qada şer jî dikim. Min li Tirkiyeyê, Îran û Iraqê û Sûriyeyê rojnamevanî kiriye. Di sala 2017’an de min wêneyê kêliya kuştina Kemal Kurkut girtin. Walîtiya Amedê têkildarî kuştina Kurkut daxuyaniyek bextreş dabû. Ez wisa difikirim ku polîsan walîtiyê araste kiriye. Piştî wêneyên min girtibûn û weşandin, 5 caran der barê min de lêpirsîn hatin destpêkirin. Ez dibêjim ev doz jî ji ber wan wêneyan hatiye vekirin.”    ‘EZ LI SER ÎFADEYÊN DEREW HATIM GIRTIN’    Gok diyar kir ku şahidek di îdianameyê de heye û wiha axivî: “Şahiddi pêvajoya lêpirsînê de 4 caran îfade daye. Di îfadeyên xwe de der barê min de tiştek negotiye. Min viya ji dozger re jî got. Di lêpirsîna du şahidên ewil de navê min derbas nabe. Piştre dosye tê amadekirin. Şahid di îfadeyên xwe de dibêje ku ez li produksiyona PEL’ê dixebitim. Ez li wir nexebitîme. Ez li ser derewên şahid hatime girtin. Şahid di îfadeyên xwe de dibêje ku carek min dîtiye. Piştre jî hatim girtin.”    BELGEFÎLMA KOBANÊ    Gok destnîşan kir ku “tawanbariyên” di dozên wî berê de jî li dosyeya niha hatiye barkirin û wiha domand: “Heke ez xebatkarê vê produksiyonê bim jî nayê wê maneyê ku ez bêm girtin. Divê ez neyêm girtin. A rast meseleya girîng ew e ku wêneyên min di 2017’an de girtin, der barê polîsan de doz hat vekirin û ev bû sedem ku zextên li ser min zêde bibin. Her wiha di îdianameyê de belgefîlma min a bi navê ‘Kobanê ne fîlm e ne belgefîlm e’ jî bûye mijara sûcdariyê. Ez di sala 2014’an de çûbûm Kobanê û wêneyên min li wir girtin û wêneyên min di sala 2017’an de li Kobanê girtin danî ber hev û min belgefîlmek jê çêkir. Ev jî kirin hinceta cezakirina min. Nexwê emniyet kengê bixwaze dîmenên li medya min a civakî werbigire, dikare bi propagandaya li pey hev dozê veke. Helbet wê di belgefîlma min a li Kobanê de goristan û peyker hebin. Her wiha gotinên xweş ên di belgefîlmê de jî kirine mijara tawanbariyê. Gotinên xweş jî ne min kirin e, wan mirovên li wir kirin e. Helbet wê bi gotinên xweş qala Kobanê bikin, çimkî Kobanê ji hovîtiya DAIŞ’ê hat parastin û rizgarkirin û bi sedan mirov canê xwe dan. Heke ew der ji DAIŞ’ê nehata rizgarkirin îro niha DAIŞ wê cîranê Tirkiyeyê bûya. Li dijî DAIŞ’ê ew der hat parastin. Wê serdemê serokkomar digot, ‘korîdorê me vekir’. Tirbeya Suleyman Şah ji Eşmeyê di kontrola YPG/YPJ de anîn. Di rewşek wiha de ev belgefîlm çawa dibe sûc?”    PIRTÛKÊN NIVÎSKARÊ FRANSÎ BÛNE MIJARA SÛC    Gok anî ziman ku nûçeyên danasînba pirtûkan jî bûne mijara tawanbariyê û pirtûk bi destûra Wezareta Çadnê û Dozgerê Çapemeniyê derketin e û got: “Pirtûkên bi navê “Dağın hikâyesi (Çîroka Çiya)” û “Derenin hikâyesi (Çîroka Newalê)” yên nivîskarê Fransizî ku di sala 1830’yî de hatine nivîsandin tên sûcdarkirin. Dozger ji van pirtûka bo min sûc derdixe. Peyva ‘çiya’  dikin mijara sûcdariyê. Gelek pirtûk ji weşanxeyan wek protokol bo min û ajansa min hatine. Min nûçeyên hin pirtûkan çêkirine. Ez bi naveroka pirtûkan têm sûcdarkirin. Dozgerê çapemeniyê ku destûr daye van pirtûkan mîna ku min nivîsandibe ez jê têm darizandin.”    Gok destnîşan kir ku nameya malbata Kisa ku li Elbistanê dijî ji bo Wezareta Dadê hatiye şandin jî kirine mijara tawanbariyê û nûçeya têkildarî Lîbyayê çêkiriye jî kirine mijara tawanbariyê.    AXAFTINÊN GOK ÊN BI ROJNAMEVANAN RE KIRIN SÛC     Gok, anî ziman ku axaftinên wî yên telefonê yên bi rojnamevanan re jî kirine sûc û da zanîn ku di doza beriya niha dihate darizandin de axaftinên di navbera salên 2017 û 2020’an de jî tu sûc nehate dîtin.    Gok, anî ziman ku derbarê wî de îfadeya şahidekî nepen jî heye û wiha got: “Li gorî min xala bingehîn a vê dozê wêneyên min ên Kemal Kûrkût ê hatiye kuştin in. Zexta doza bi van wêneyan derbarê polîsan de hatiye vekirin heye. Ji bilî vê ez tiştekî din nabêjim.”   PRZ. TEMÛR: DADGEH DI BIN ZEXTAN DE YE   Parêzer Resûl Temûr ê pişt re mafê axaftinê wergirt, qeydên SGK’ê yên têkildarî xebitîna Gok pêşkeşî dadgehê kirin. Temûr, anî ziman ku şahid Umît Akbiyik di îfadeya xwe ya ewil de navê muwekîlê wî nedaye, di pêvajoya pişt re de dozger weke ku ji şahidî re bibêje “Navê Abdurrahman Gok bide” hewl da îfadeyê jê bigire û wiha got: “Dema mirov li temamiya dosyayê dinêre têkildarî ‘endamtiya rêxistinê’ ya muwekîlê min tu delîl tune ne. Hêzên ewlehiyê û dozgeriyê şiroveyeke wiha kiriye. Ev ne tenê zextê ne li muwekîlê min li dadgehê jî dike.”   JI HEMAN SÛCAN HATE DARIZANDIN    Temûr, da zanîn ku muwekîlê wî beriya niha ji heman sûcan hatiye darizandin û anî ziman ku yekane ferqa di vê dozê de îfadeya şahid e. Temûr, bi bîr xist ku muwekîlê wî ji dozên din beraet kiriye û wiha berdewam kir: “Di vegotina şahid de têgeha demê nîne. Heke kronolojiye bigirin dest em dibînin ku beyanên heta sala 2021’an e. Muwekîlên min ji dozên vê serdemê beraet kiriye. Darizandin dubare ye. Di dosyayê de Belgefîlma Kobanê jî weke delîl tê nîşandan. Heke ev belgefîlm bê temaşekirin dê were dîtin ku têkildarî xebatên muwekîlê min ên rojnamevaniyê ne.”   PARÊZER: DELÎL NÎNIN   Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî anî ziman ku ji ber Gok bi kişandina wêneyên Kemal Kûrkût bûyer ronî kir ji wê demê ve bedelê vê yekê dikişine. Aktar, ji ber derbarê Gok de sûcdariyeke zêde nîne xwest bê berdan.    Piştî parasatina parêzeran dozger daxwaza berdewama girtina Gok kir.    GOK: EZ Ê ROJNAMEVANIYÊ BIDOMÎNIM   Gok ê têkildarî berdewama girtina xwe mafê axaftinê wergirtin wiha got: “Di dosyayê de tu kêmasî nînin. Beriya ku bêm girtin ji aliyê polîsan ve gelek caran hatim şopandin. Ez di bin kontrolê de me. Ev çima sedemê girtina min in. Min her nûçeya çêkirî parast. Ez ji darizandinê nerevîm. Ez tev li danişîna ku 22 sal cezayê hefsê ji min re dihate xwestin jî bûm. Ez li hundir jî bim li derve jî bim rojnamevaniya min dê bidome. Ez daxwaza berdana xwe dikim.”   DANIŞÎN TALOQÎ 5’Ê KANÛNÊ HATE KIRIN    Dadgehê biryar da ku şahid Umît Akbiyik di danişîneke din de were guhdarkirin, dosyayên Gok ên li Yargitayê bên xwestin û girtina Gok bidome.    Danişîn taloqî 5’ê kanûnê hate kirin.