Wezaretê destûr da ku derheqê Tanrikulu de lêpirsîn were vekirin 2023-09-14 13:10:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ragihand ku wan destûr daye dozgeriyê ku derheqê parlamenter Sezgîn Tanrikulu de lêpirsîn were destpêkirin.     Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikulu di bernameyeke televîzyonê de derheqê artêşa tirk de çendek gotin kiribûn. Piştî van axaftinan, Tanrikulu bûbû hedefa gotinên îktîdar û muxalefetê. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku wan destûr daye ku dozgerî derheqê Tanrikulu de lêpirsînê bide destpêkirin.