Salek û 3 meh ceza li rojnamevan Rojîn Altay hat birîn 2023-09-14 13:34:24   STENBOL - Bi hinceta parvekirinên li ser medya dîjîtal salek û 3 meh ceza li xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay hat birîn.    Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay di 28’ê çileya 2023’yan de li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê Altay de doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Altay beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Ozcan Kiliç amade bû.    Dozger mutalaya xwe ku amade kiribû pêşkêşî dadgehê kir. Dozger di îdianameyê de xwest Altay bi hinceta parvekirinên li ser medya dîjîtal bê cezakirin.    Parêzer Ozcan Kiliç li dijî mutalayê parastinê kir û destnîşan kir ku sûcdarkirina miwekîla wî ne li gorî qanûna çapemeniyê ye û got dema vê sûcdarkirinê bihûrî ye. Kiliç xwest miwekîla wî bê beratkirin.    SALEK Û 3 MEH CEZA   Dadgehê biryara xwe eşkere kir û ji “propaganda rêxistinê” di sînorê kêm de salek ceza li Altay birî. Dadger paşê bi hinceta ku sûc li ser medya dîjîtal hatiye kirin ceza derxist salek û 6 mehan. Dadger paşê ceza li ser “halê baş” kêm kir û salek û 3 meh ceza li Altay birî û biryara hikûm paşê were eşkerekirin da.