Doster û Ertaş ên bi îfadeyên Akbiyik hatibûn girtin hatin berdan 2023-09-14 15:38:28     AMED - Evîn Doster û Hulya Ertaş ên bi îfadeyên şahidê vekirî Umît Akbiyik hatibûn girtin di danişîna ewil a dozê de hatin berdan.    Evîn Doster û Hulya Ertaş li Amedê di çarçoveya lêpirsîna bi îfadeyên şahidê vekirî Umît Akbiyik hatibû destpêkirin de hatibûn girtin. Danişîna ewil a doza Doster û Ertaş li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin.    Di danişîna bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir de ewilî Evîn Doster parastina xwe kir. Doster a anî ziman 3 zarokên wê hene wiha got: “Ez neçar mam zarokê xwe ji şîr ve bikim. Her du zarokên min yên din jî nû dest bi dibistanê kirin û ez bi mehane ne li cem wan im. Her roj li cihekî dimînin. Ji ber hevjînê min her tim li derveyî bajêr e ew jî nikare lê binêre. Ez beyanên şahidî qebûl nakim.” Doster, daxwaza berdan û beraeta xwe kir.    JI AKBIYIK ÎFADEYÊN BINAKOK   Umît Akbiyik ê bi SEGBÎS’ê ji Kastamonûyê tev li danişîna xebatkarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Halîl Ada yê pêr hatibû berdan bibû îro jî ji Çankiriyê tev li danişînê bû.    Akbiyik ê li dijî Doster îfade da îdia kir ku Doster “Mala xwe ji qadroyên ciwanan ên rêxistinê re vekiriye” û ew di kanûna 2021’an de nas kiriye. Akbiyik, îdia kir ku li mala Doster perwerde dihate dîtin lê dema perwerdehiyê de Doster ne li malê bû. Di vê navberê de serokê dadgehê mudaxile kir û got “Te di dema lêpirsînê de gotiye Evîn di dema perwerdehiyê de li malê bû çima niha dibêjî ne li malê bû?” Piştî ku Akbiyik zehmetî kişand ku bersivê bide, dadgehê mafê axaftinê da parêzeran û danişîn berdewam kir.    Parêzerên Doster, bal kişand ser îfadeyên bi nakok ên şahidi û xwest îfadeyên wî li ber çavan neyên girtin.    Dozgerê têkildarî girtinê mûtaalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir, ji ber gumana xurt a sûc xwest, girtina Doster berdewam bike.   DERBARÊ 600 KESAN DE ÎFADE DA   Parêzer Zeynep Karayilan a pişt re mafê axaftinê wergirt, bal kişand ku yekane delîla di dosyayê de beyanên şahidan e û wiha got: “Weke ku em di îfadeyên beriya niha de dibînin derbarê 600 kesan de îfade dane. Ji bo ku şahid derbarê 600 kesan de îfadeyê bide divê bêyî bixwe û vexwe her tim îfadeyê bide. Ev jî çiqas li gorî jiyana rojane ye? Sê zarokên muwekîla min hene û ji ber zarok biçûk in pêdiviya wan bi dayika wan heye. Ez daxwaza berdana wê dikim.”   Dadgeha ku biryar da Doster bi şertê kontrola edlî bê berdan, danişîn taloqî 7’ê mijdarê kir.    ERTAŞ JÎ HATE BERDAN   Hulya Ertaş a di nav kesên bi beyanên Akbiyik de cih digire jî ji doza jê tê darizandin hate tehliye kirin. Danişîna doza Ertaş a dosyaya wê ya dozê bi dosyaya li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê re kirin yek li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Di danişînê de Ertaş û parêzerê wê Baran Bîlîcî amade bûn, parêzerê din Şerzan Yelboga jî li Girtîgeha Jinan a Amedê bi SEGBÎS’ê beşdar bû.    Şahidê vekirî Umît Akbiyik tev li danişînê nebû. Parêzerên Ertaş bal kişandin ser nakokiyên di beyanên şahidê vekirî de û xwestin beyanên wî li ber çavan neyên girtin.    Dozger, di mutalaaya pêşkeş kir de xwest girtina Ertaş berdewam bike. Parêzeran jî xwest ku dema muwekîla wan di girtîgehê de mayî li ber çavan bê wergirtin û muwekîla wan bê berdan.    Dadgeha biryara xwe aşkere kir, dema ku Ertaş di girtîgehê de ma li ber çavan girt û biryara berdana Ertaş da. Danişîna pişt re taloqî 23’yê mijdarê hate kirin.