‘Banga Rêber Apo Kobanê rizgar kir' 2023-09-15 09:51:13 RIHA - Serokê Meclisa Firatê yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Ferhan Hec Îsa ku di berxwedana dîrokî ya Kobanê de cih girtiye, got: "Banga seferberiyê ya Rêber Apo Kobanê rizgar kir."    Şerê Sûriyeyê yê navxweyî di sala 2011'an de dest pê kir. Piştî vî şerî DAIŞ'ê ku ji El-Qaîdeyê pêkhatî, di serî de Reqa gelek bajar bi dest xistin. DAIŞ, di 15'ê îlona 2014'an de jî berê xwe da bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. DAIŞ ku ji sê aliyan ve êriş bir ser KObanê, li vir rastî berxwedaneke dîrokî ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ). Berxwedana li gundan a bi çekên ferdî, di demeke kin de li seranserê bajêr belav bû. Ev berxwedana ku bi pêşengiya YPG-YPJ mal bi mal, kuçe bi kuçe û tax bi tax mezin bû, di serî de li seranserê Kurdistanê û bi giştî jî li cîhanê deng veda. Ev berxwedana ku ji heft saliyan heta heftê saliyan her kesî tê de cih girt bi ser ket û di heman demê de bû dawiya DAIŞê ku li hemberî mirovahiyê sûcên mezin kiriye.    Serokê Meclisa Firatê yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Ferhan Hec Îsa, berxwedana 134 rojan a li Kobanê û êrişên Tirkiyeyê nirxandin.    ‘HÊVIYA GELAN HEDEF HAT GIRTIN'   Îsa anî ziman ku beriya DAIŞ'ê, Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO), Cebhet El Nusra û DAIŞ êrişî Efrîn, Kobanê û Cizîrê kirine, lê bi ser neketine. Îsa got: "Ji gelek eniyan ve êriş dikirin. Lê dîsa jî têk çûn. Çeteyên ku hêz ji gelek dewletan digirtin, gelek caran xwestin bajarê me yê bedew Kobanê dorpêç bikin. Ya ku li Kobanê hedef hat girtin, vîna jiyana azad a bi hev re bû. Kobanê ji bo hemû pirsgirêkên li herêmê hêvî bû. Ev hêvî ji aliyê çeteyan ve hedef hat girtin. Gava dîtin bi dorpêçkirinê nikarin tiştekî bi dest bixin, vê carê hêza tarî DAIŞ bi çekên giran hat xmeilandin û ew dan der. Bajarên wekî MÛsilê di çend saetan de hat bidestxistinç DAIŞ projeyek bû û ji bo ev proje bi ser bikeve diviyabû Kobanê bihata dagirkirin. Lê belê gelê Kobanê, jin û ciwanên he rçar perçeyên Kurdistanê, enternasyonalîst li ber xwe dan û rê nedan tiştekî wiha."    ‘TILÎLIYAN DENGÊ BOMBEYAN TEPISAND'   Îsa destnîşan kir ku piştî êriş dest pê kirin hemû gel bi hev re mil bi mil li ber xwe dan û wiha pê de çû: "Gelê Kobanê mil dan milê hev û gotin 'em ê bajarê xwe teslîmî tarîtiyê nekin.' Bedêla vê biryarê çi dibû bila bûbûna, ji bo pêkan,na vê bûn xelek. Di vê çaçroveyê de hemû xebat û amadekarî hatin kirin. Dagirkirina Kobanê dihat wateya ku hemû herêm radestî tarîtiyê bê kirin. Lewma barê berxwedêrn Kobanê giran bû. Bi vê bargiraniyê biryar hatin girtin. Gava DAIŞ nêzî bajêr bû, rêveberên kantonê jî çek hilgirtin û beşdarî berxwedanê bûn. Car hebû mesafeya di navbera berxwedêran û DAIŞiyan de çend metre bûn. Pevçûnên gelekî mezin çêbûn. DAIŞ bi çekên giran êriş dikir û gelek dewletan piştgiriya wan dikir. Lê vîna me ji hemû çekan bihêztir bû. Tilîliyên şervanên jin, dengê hemû çek û bombeyan ditepisand."    ‘PIŞTÎ BANGAWAZIYÊ KURD BÛN YEKDENG'   Îsa bilêv kir ku di 134 rojên berxwedana Kobanê de tu şervan reşbîn nebûne û got ku berxwedêr ji kesên li wî aliyê sînor, ên li Pirsûsê nobed digirtin hêz girtine. Îsa destnîşan kir ku berxwedanên li Kurdistanê ji bo berxwedêrên Kobanê dibûn moral. Îsa peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo Kobanê bi bîr xist ku gotibû "Ketina Kobanê, ketina hemû Kurdistanê ye. Divê her kes li gor vê rastiyê tevbigere" û got ku piştî vê peyamê ji her çar parçeyên Kurdistanê kurd berê xwe dane Kobanê. Îsa wiha domand: "Piştî bangawaziyê kurd, di şexsê Kobanê de, ji bo xwedîderketina li kurdbûyîn û Kurdistanê bûn yekdeng. Banga Rêberê Apo li Kobanê hêviyê geş kir. Piştî bangawaziyê bi sedan ciwan sînor derbas kirin û hatin Kobanê."    ‘CIWANAN SÎNOR JI HOLÊ RAKIRIN'   Îsa bi lêv kir ku ciwanên ku bi bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin Kobanê bersiva herî xurt dan gotinên Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku gotibû "Kobanê ha ket ha ket" û ev tişt gotin: "Ciwanên hatin Kobanê, peyama 'dê Kobanê nekeve' bi zelalî dan. Ev, dê tu carî neyê jibîrkirin. Bi sedan ciwan sînoran ji holê rakirin, sînor bêwate bûn. Ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê hatin, bi berxwedanê li kuçeyên Kobanê şehîd ketin. Li cîhanê hevşibê YPJ'ê tune ye. Li gelek ciwan jin di şer de cih girtin, lê tu carî bi yekîneyên xwe cih negirtin. Jin li ser tangan bi tilîliyan meşiyan. Hê jî ew tilîlî di guhên me de olan didin. Dê tu carî neyê jibîrkirin. Tiştekî ku heya ez sax bim ez ê jibîr nekim jî ev e; hevaleke jin ji lingê xwe birîndar bû. Derfetên me yên em xwînê bidin sekinandin tune bû. Ji ber ku li deriyê sînor demeke dirêj hat sekinandin, hevala me di nava destê me de jiyana xwe ji dest da."    ‘TIRKIYE TOLA DAIŞÊ DISTÎNE'   Îsa destnîşan kir ku DAIŞ li Kobanê negihîştiye armanca xwe û got ku lê Tirkiye bi êrişên xwe yên li ser herêmê tola DAIŞ'ê distîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo têkiliya di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de gelek belge hene. Jixwe êdî înkar jî nakin. Bi hev re êriş kirin û hê jî bi hev re tevdigerin. Jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gav bi gav hat avakirin, ji bo netewe-delwetên herêmê tehdîd e. Neteweya Demokratîk wekî gefekê dibînin. Serî li her tiştî dan, lê negihiştin armanca xwe. Niha jî gelên ereb sor dikin û wer difikirin ku dê bi vê bigihêjin armanca xwe. Tiştên çend roj berê li Dêra Zorê, Minbic, Eyn Îsa, Girê Spî, Til Temir û Zirganê qewimîn, di vê çarçoveyê de hatibûn plankirin. Lê belê gelê herêmê berbayî van lîstikan neket û li cem QSD'ê cih girtin. Di bin navê eşîran de çete bi kar anîn. Lê çi dikin bila bikin, em ê bi ruhê Kobanê li ber xwe bidin. Tu dorpêç û zext nikarin me ji vê jiyana nû dûr bixin. Em ê bi ser bikevin, dê gel bi ser bikevin. Em ê bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk bi hev re li vê axê bijîn."    MA / Emrûllah Acar