Li Banayê çêrandina pez, avdana baxçeyan qedexe ye 2023-09-15 11:08:05 ŞIRNEX - Li gundê Bana ku nêzî 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye, ketin û derketina gund hate qedexekirin û destûr nayê dayîn ku gundî pezê xwe biçerînin û baxçeyên xwe av bidin.    Ketin û derketina 5 herêmên girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê, ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve ji bo 15 rojan hate qedexekirin. Di nava herêmên hate qedexekirin de gundê Bana û çoltera wê ya nêzî du meh in di bin dorpêça leşkeran de ye jî heye.    Di serê meha tîrmehê de li gundê Bana ku şer lê derket û serdegirtinên malan lê çêbûn gelek welatî hatibûn binçavkirin û berdan. Li gundê ku piştî pevçûnê jiyan nikare vegere rewşa asayî dorpêça leşkerî didome.    BANGA HESTIYARIYÊ KIRIN    Di ketin û derketina gund de leşker GBT’yê dikin û çûyîna gundiyan a baxçeyên wan a piştî nîvro bi temamî qedexe kirin. Gundiyan diyar kirin ku her tim qedexeyên nû tînin û destnîşan kirin ku leşker bi gotina “Heta ku qedexe xelas nebe hûn nikarin heywanên xwe ji govê derxînin” zextê li wan dikin. Gundiyan, anîn ziman ku hem welatî hem jî heywanên wan ji qedexeyan bi awayekî neyînî bi bandor dibin û wiha gotin: “Leşkeran duh bi şev li mizgefta gund anons kirin. Leşkeran diyar kirin ku derketina derveyî gund û çerandina pez qedexe ye. Ji mehekê zêdetir e ketin û derketina gund qedexeye û hema bêja em tên îfadekirin. Van qedexeyan psîkolojiya zarokên me xera kirin.”   Gundiyên banga hestiyariyê li raya giştî kirin, xwestin ku ji binpêkirinên mafan ên qewimin re bêdeng nemînin.