Dê li Silopiyayê meş were lidarxistin 2023-09-15 13:13:18 AMED - Dê sibe li dijî êrişên PDK’ê li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengtiya KCD û DBP’ê meş were lidarxistin.    Sibe dê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û bi tevlibûna endam û nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED-TUHADFED), Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin a Mezopotamyayê (MEBYA-DER), partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li dijî êrişa PDK’ê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê meş were lidarxistin.    Meş dê li Deriyê Sînor ê Xabûrê were lidarxistin û çalakvan dê balê bikişînin ser êrişên PDK’ê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê.    DÊ HEVSEROK TEV LI BIBIN   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir û parlamenterên Partiya Çepên Kesk dê tev li meşê bibin.    Meş dê sibe saet di 15.00’an de bê lidarxistin û tê payîn ku ji bajarên Şirnex, Mêrdin, Sêrt, Êlih û Amedê gelek kes tev li meşê bibin.