Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû 2023-09-15 14:07:58 ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû çû serdana Emîne Şenyaşar a ku emeliyat bûbû.    Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û hevjîna xwe Selvî Kiliçdaroglû, serdana EmîneŞenyaşar ku ji çongên xwe emeliyat bûbû kirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar pêşwazî li Kiliçdaroglû kir.    Kiliçdaroglû derbasî odeya Emîne Şenyaşar lê tedawî dibe bû û li rewşa wê pirsî. Emîne Şenyaşar jî têkoşîna xwe ya 5 sal in ji bo edaletê didin meşandin anî ziman. Kemal Kiliçdaroglû jî destnîşan kir ku ew ji nêz ve dozê dişopînin û wiha got: “Heya ku edalet pêk were em ê li cem we bin. Bila hûn baş bibin. Gelek derbasî be.”   Kemal Kiliçdaroglû û Selvî Kiliçdaroglû piştî serdanê ji nexweşxaneyê derketin.