Di danişîna Şen de daxwaza girtina leşkerê bersûc hate redkirin 2023-09-15 15:48:46 COLEMÊRG - Di danişîna doza têkildarî mirina şivan Sertîp Şen a li Geverê hatiye vekirin de daxwaza girtina leşkerê bersûc M.T. hate redkirin. Parêzerê Şen Ramazan Kûrt wiha got: “Ne tişteke asayî ye ku her guleya li ser vê axê tê avêtin li kurdekî bikeve.”   Li gundê Wargenima bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve di 2’yê gulana 2019’an de Sertîp Şen ê 46 salî ku pezê xwe diçêrand ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî mirina Şen, derbarê çawişê pispor M.T. ê ku bû sedemê kuştinê doz hat vekirin. Çawişê pispor M.T. bi sûcdariya “bûye sedemê mirina bi qestî” negirtî tê darizandin. Danişîna 5’emîn a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat lidarxistin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Colemêrgê, parlamenterê Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartin û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di danişînê de amade bûn. Di dema danişînê de hemû rêyên diçûn edliyeyê bi maşîneyên zirxî hatin girtin.    LEŞKERÊ ŞAHID ÎFADEYÊN BINAKOK DAN   Leşkerê şahid H.A. ku piştî tespîta nasnameyê mafê axaftinê danê diyar kir ku roja bûyerê li baregeha leşkeriyê bû, tiştên qewimîn rojekê pişt re li qereqolê bihîst, ji ber demekî dirêj bi ser re derbas bû, bûyer nayê bîrê û îdia kir ku piştî lêkolîna krîmînal a hatiye kirin hîn bûye ku çek aydê wî ye. H.A. ku piştî bûyerê anî ziman çek ji bo ceribandinê bikardianî, li dadgehê jî îdia kir ku çek ji bo keşfê bikaranî ye.    Parêzerên malbata Şen, ji şahid H.A. pirs kirin ku roja bûyerê dengê çekan bihîstiye an na. Leşkerê şahid îdia kir ku deng nebihistî ye û bûyer nedîtî ye.    ‘HER GULE LI KURDÎ DIKEVE!’    Serokê dadgehê, pirsên ji şahid H.A. yê îfadeyên binakok dan re hatin pirsîn weke “tê arastekirin” dît û asteng kir ku parêzer pirsan bipirsin. Piştî navbera 15 deqîqeyan yek ji parêzerê malbata Şen, Ramazan Kûrt, anî ziman ku di dîroka komarê de bersûc M.T. û leşker û polîsên weke wî bi necezakirinê tên xelatkirin û wiha got: “Ne tişteke asayî ye ku her guleya li ser vê axê tê avêtin li kurdekî bikeve. Heke li cihekî guleyek were avêtin divê îllehî bi kurdekî bikeve. Biryarên dadgehan ên ku mirinan rewa dike û weke xelat in mirovan teşwîq dike ku komkujiyên nû bikin.”   DAXWAZA GIRTINÊ    Kurt, anî ziman ku M.T’yê sûcdar gotiye li cihê ku Şen lê jiyana xwe ji dest daye gule bernedaye, lê belê bersivên nivîskî berovajiyê vê yekê nîşan dide û wiha berdewam kir: “Hemû delîl ji aliyê cendirmeyan ve tên komkirin ku ev jî aliyekî dosyayê ye. An ku kesên bûyer kirine delîlan kom dikin. Ji bo delîlên ne qanûnî yên di dema lêpirsînê de hatine bidestxistin li meqamê we bên rakirin, daxwaza me ya keşfê heye. Piştî ku ev xal bi cih were, dadgeh wê dest bi hin delîlên hiqûqî bike û em ê bi vî rengî dest bi nîqaşkirina delîlan bi we re bikin. Piraniya delîlên ku me xwestine hê nehatine komkirin û diyar e ku heta vê qonaxê bersûc dikare bandorê li delîlan bike. Em daxwaz dikin ku qet nebe bersûc were girtin.”   DAXWAZA GIRTINÊ HATE REDKIRIN    Parêzerên Şen ji bo girtina bersûc M.T, ji bo kifşkirina cihê bûyerê û ji bo lêpirsîna li ser bê ka xwediyê çeka orjînal kesê pê daye kirine yan na, daxwaz kirin ku ji aliyê dozgeriyê ve gilî bê kirin. Şandeya dadgehê girtina bersûc M.T. red kir û biryar da ku li cihê bûyerê keşf were kirin.    DANIŞÎN 7 MEHAN HATE TALOQKIRIN    Parêzerê M.T. jî xwest ku şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat a M.T. bê rakirin. Şandeya dadgehê daxwazên parêzerên bersûc qebûl nekirin û danişîn taloqî 2’yê nîsana 2024’an hate kirin.