Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî 2023-09-15 21:58:32   MÊRDÎN – Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir. Hat hînkirin ku di çarçoveya operasyonê de herêmek hatiye dorpêçkirin.    Li Çiyayê Bagokê yê Nisêbîna Mêrdînê liv û tevgereke leşkerî heye. Di çarçoveya vê liv û tevgeriya leşkerî de ku 2 roj in heye, li herêma Mintiqa Serê Zura û Çala Kevuwa yên di navbera gundê Marînê û Qutbê de operasyona leşkerî dest pê kir. Li gor agahiyên bi dest ketin, ji bejahiyê liv û tevgerên lêgerînê didomin û ji ber vê du gund hatine dorpêçkirin.   Hat hînkirin ku li Qişleya Leşkerî ya Cevatpaşa ya li Midyadê jî liv û tevgera leşkerî dest pê kiriye.