Bavê Jîna Emînî hate binçavkirin 2023-09-16 11:27:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Bavê Jîna Emînî ya di encama îşkenceyê de ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin, Emced Emînî di salvegera kuştina keça xwe de hate binçavkirin.    Bavê Jîna Emînî ya bi hinceta laçikê li paytextê Îranê Tehranê hate binçavkirin û di encama îşkenceyê de hate qetilkirin, Emced Emînî hate binçavkirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Emced Emînî yê di saetên serê sibê de ji mala xwe ya Seqizê derket ji aliyê Muhafizên Şoreşê yên Îranê ve hate binçavkirin û birin cihekî nediyar. Hate zanîn ku ji ber çalakiyên îro ji bo salvegera qetilkirina Jîna Emînî dê bên kirin li gelemperiya Rojhilat û Îranê Rewşa Awarte hatiye îlankirin.    MALBATÊ AŞKERE KIRIBÛ KU TEVÎ GEFAN JÎ DÊ BÎRANÎNÊ LIDARBIXIN   Rayedarên rejîma Îranê di demekî kurt de gef li malbata Emînî xwarin ku di salvegera qetilkirina keça xwe de merasîmekê li dar nexin lê malbatê li dijî van gefan ev daxuyanî dabû: “Weke malbateke bixem em Malbata Emînî dê li ser gora keça xwe kom bibin. Em di salvegera kuştina keça xwe Jîna Emînî de merasîmên kevneşopî û olî li dar dixin.”   Tê payîn ku îro li bajarên Rojhilat û Îranê çalakiyên bigirseyî bên kirin.